SÊRT - Keşîşxaneya Mor Yakup a bi hincetên ewlehiyê tê kolan û ji ber bêxwedîtiyê tune dibe. Keşîşxane her wiha ji ber lêgerîna nêçîrvanên xezîneyan hatiye rûxandin.
Keşîşxaneya Mor Yakup a 3 kîlometre ji Sêrtê dure ji ber bêxwedîtî û lêgerîna nêçîrvanên xezîneyan piraniya wê hatiye rûxandin. Di keşîşxaneya ku Asurî, Suryanî, Keldanî û herî dawiyê Ermeniyan bi kar anî de odeya keşiş, destşûk, navenda kombûnê û qube ya wê hêjî xwe li se lingan digire. Li derdora Keşîşxaneya ku navenda îdarî ya dêrên Kitmis, Kelender, Sinep, Henderus, Dermertas, Aynselib, Derşimş bû gelek şikeft hene.
DESTPÊKÊ PAPAZ ADAÎ ŞER, PIŞTRE KEŞÎŞXANEYA MOR YAKUP HAT TUNEKIRIN
Emîne Evîn a ku xwediyê zeviya keşîşxane li sere, tiştên ji pêşiyên xwe bihîstiye û agahiyên ji nivîsên Sumerî yên li ser tabletan hatine nivîsîn bi me re parvekirin. Evîn, diyar kir ku ev keşîşxane berê perestgeh piştrejî wekî keşîşxane hatiye bikaranîn û wiha got: “Her hezar salan carekê hatiye sererastkirin. Herî dawî beriya 20-30 salan me sererast kir. Qada keşîşxane lê ye 1785 metrekare ye. Qadek mezine. Pîra min j imin re digot, di Qirkirina Ermeniyan a sala 1915’an de ermeniyên li vir dibirin Newala Kasaplarê û li wir qetilkirin. Gelek ji wan di şikeftan de hatin qetilkirin. Hêjî hestî derdikevin. Wê demê Keşîşekê ku li Mor Yakupê dijî hebû navê wî Adaî Şer bû û bi dadbûna xwe dihat naskirin. Adaî Şer bêyî cudahî bixe nava baweriyan alîkarî dida hemû mirovan. Ev keşîşê ku bi dad û wekhev nêzî hemû mirovan dibû di Qirkirina Ermeniyan de li gundê Suskê hat girtin û hat qetilkirin.”
LEŞKERAN JÎ RÛXAND
Evîn, da zanîn ku keşîşxane netenê ji aliyê nêçîrvanên xezîneyan ve, ji aliyê leşkeran ve jî hatiye rûxandin û wiha pêde çû: “Heta sala 1935’an ev keşîşxane sexlem bû. Lê niha biçûktir xuya dike. Ev keşîşxane ne xistin bin parastinê û bi hilweşînê re rû bi rû hat hiştin. Her wiha ewlehî kirin hincet, gotin li vir stargeh hene û kolandin hat kirin. Ji ber van kolanan piraniya keşîşxaneyê hilweşiya. Ji bo xezîneyan jî dikolin ew jî bû sedema hilweşînê. Berê bi nivîs ê li rûyê pêş ê dêrê di dema kolandina bi hinceta ewlehiyê hat kirin de vebû. Berê 200 ton ê ku wêneyên dêrê li sere ji aliyê xezînevanan ve hat şikandin. Li ser vî kevirî wêneyê şêr hebû, ji ber wê ji cihê kevir lê bû re digotin Aslantaş.”
‘NAXWAZIN JI KESÊN QETILKIRINE ŞOPEK BIMÎNE’
Evîn, anî ziman ku ji bo li cihê Keşîşxaneya Mor Yakup rê bê çêkirin wan daxwaznameyek dane walîtiyê û wiha axivî: “Ligel rê ne hatiye çêkirin tu bersivek jî ne dan me. Naxwazin vir bikin malê dîrokê. Naxwazin qetlîamên li vir hatine kirin derkevin ser rûyê erde. Wekî vê keşîşxaneyê naxwazin ji kesên qetilkirine jî şopek binine.”