Ji hevşaredara DBP'î re 20 sal ceza tê xwestin

AMED - Di îdîanameya bi daxwaza 20 sal cezayê girtîgê ya der barê Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran tê xwestin de, hat îdîakirin ku Baran xebatên şaredarî û gundan “bi fermana rêxistinê” kirine. Balkêş e ku sûcdariyên di doza li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya der barê Baran de hatiye vekirin di îdîanameya vê dozê de hatiye bikaranîn.

Di çarçoveha lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye destpêkirin de, 5’ê Çileyê derbarê Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran de bi sûcdariya “endama rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” doz hat vekirin û ji 8,5 salan heta 20 salan cezayê girtîgehê hat xwestin. Di îdîanameya ji aliyê 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat qebûlkirin de, axaftinên Baran ên li Pîrozbahiya Şenyayla ya 2014’an û di merasîma mezunyeta kursa kurdî de, parvekirinên li ser tora civakî û bi îfadeya du kesên dane tê sûcdarkirin.

Dozger, di îdîanameyê de cih da îfadeyên Raydîn Eren ê ku di sala 2016’an de ji aliyê HPG’iyan ve hatibû revandin û li Pasûrê li dijî zaroka bi navê F.B. a astengdar îstîsmar pêk anî bû, yên dema ji aliyê HPG’iyan ve dihat girtin Baran alîkarî dida PKK’ê. Di îdîanameyê de dozger derbarê Eren ji ber sûcê îstîmara zayendî hatiye girtin agahî ne dan, ji bo Eren ê ji aliyê HPG’iyan ve hat revandin balkêşe ku got “endamê rêxistinê”. Îfadeya îtîrafkarê bi navê Mehmet Kaplan a di îdîanameyê de jî, tê îdîakirin ku ji bo riya PKK’ê a li Tepevcîk-gundê Yaylayê bê vekirin “ferman” dane Baran.

JI HEMAN SÛCÎ DÊ DU CARAN BÊ DARIZANDIN

Wêne û dîmenên Baran ên dema di pîrozbahiyên Şenyaylayê de hatine kişandin û li ser tora civakî hatine belavkirin di îdîanameyê de ji bo “propagandaya rêxistinê” wekî delîlên sûc hat nîşandan.

Dozger, bi îdîaya dema Muhsîn Çîçek li şuan endamê Meclîsa Pasûrê wekî qayûm hat tayînkirin, ji ber Baran destê wî ne girtiye, gotinên bi “gef” û “heqaret” kirine derbarê Baran de li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Pasûrê doz vekirin û ji 3 salan heta 7 salan cezayê girtîgehê xwest. Balkêşe ku sûcdariyên di vê îdîamaneyê de, di îdîanameya doza Baran jê girtiye jî hatiye bikaranîn. Ligel ku Dozger got ku ji ber gotinên li dijî qeyûm li Pasûrê tê darizandin jî, heman sûcdarî ji bo “endamtiya rêxistinê” wekî delîl hatin bikaranîn.


‘DEMA MIN XIZMET KIR MIN JI KESEKÊ FERMAN NEGIRT”

Baran di îfadeya xwe ya têkildarî sûcdariyan a îdîanameyê de, diyar kir ku ew wekî hevşaredara Pasûrê dawetî pîrozbahiyê hatiye kirin, wekî hevşaredara axiviye û wergera axaftina wê ya kurdî şaş û kêm hatiye kirin. Baran da zanîn ku ew kesên derbarê wê de îfade dane nas nake û wiha got: “Mine w nedîtine, navê wan jî care yekê ye dibihîsim. Min tu alîkarî ne daye rêxistinê. Ez gelek caran rastî van bêbextiyan hatim, dem amin xizmetên şaredariyê dikirin ji kesekî ferman ne girt.”

Doza Baran dê di meha Tîrmehê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê destpêkirin.