AMED - Li Geverê piştî 3 leşker di 2014'an de li Geverê hatin kuştin, 2 ciwan hatin binçavkirin. Ciwanê bi navê Ersin Ayvalik û Karanî Tekîn bêyî wan derxin dadgehê hatin girtin û şandin girtîgehê. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu got: "faîl hatin girtin" û berî dadgehê biryar da. Li ser vê yekê 2 ciwan her yek jê 2 caran rastî cezayê muebeta giran û her yek rastî 38 sal ceza hat.
Li navçeya Geverê di 25'ê Cotmeha 2014’an de 3 leşker rastî êrîşa çekdarî hatin û jiyana xwe ji dest dan. Li ser bûyerê bi îdîaya faîlên bûyerê ne 2 ciwan hatin binçavkirin. Ciwan bêyî delîlan û bêyî wan derxin dozgeriyê hatin girtin. Piştî lêpirsînê derket holê ku Ersin Ayvalık û Karani Tekin tu eleqeya wan bi bûyerê tune ye. Tevî ku delîl nehatin bidestxistin rastî cezayên rekor hatin. Li gel ku hemû delîl, şahid û agahî di lehê 2 ciwanan de pêş ketin jî dozger li ser daxuyanî û fezlekeyên polîsan îdîaname amade kir. Tevî ku dozger di lêpirsina doza Cemaeta Gulen de hat girtin jî 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê di rûniştina 6'ê Nîsanê de tevî delîl û belge tune jî der barê 2 ciwanan de cezayê herî zêde da. Heyeta dadgehê li her ciwanekî 2 caran cezayê muebeta giran û ji bo her ciwanekî jî 38 sal cezayê girtîgehê birî.
DEMA BÛYER PÊK HAT YEK LI MUGLA YEK LI KARGOYÊ BÛ
Ciwanê bi navê Ersîn Ayvalik ku niha li Girtîgeha Tîpa T a Wanê girtî ye, dema di 25'e Cotmeha 2014'an de bûyer pêk hat li Hotela Voyage ya Bodruma Mugla dema dixebitî. hat binçavkirin. Ciwanê bi navê Karani Tekin jî di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin. Dema 2 ciwan hatin binçavkirin hêj delil û dane tune bû Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu daxuyanî da û got: “Kujerên 3 leşkerên me kuştin me ew girtin."
û berî dadgehê biryar da. Medya nêzî îktîdarê jî ev îdîaya Davutoglu kir manşetên rojnameyan. Hêj 2 ciwan di bin çavan de bû DÎHA xwe gîhand şîrketa kargo ku Tekin lê dixebitî û belgeyên ku wê saeta bûyer pêk hat li kargoyê dixebitî. Dema bûyer pêk hat belgeyên kargo ya 500-600 metre dûrî cihê bûyerê bi dest xist. Ayvalik jî derket holê ku 1600 kilometre li Mugla li dûrî cihê bûyerê bû.
2 ciwan pişti lêpirsîna di bin çavan de bi dawî bû, di 30'ê Cotmeha 2014’an de piştî hatin berdan, polisan destûr neda ji avahiya dadgehê derkevin û dubare binçavkirin û vê carê bêyî wan derxin dadgehê girtin û şandin girtîgehê. Tekin li gel ku bi dîmen û delilan derket holê ku tu eleweya wan bi bûyerê tune bi dehan caran daxwazname da, lê 2 sal û nîvin li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê girtî ye.
SEROKWEZÎR GOT 'FAÎL HATIN GIRTIN' Û CİWAN HATIN GIRTIN
Ayvalik, têkildarî bûyerê serpêhatiyên xwe parve kir û wiha got: "Min li Bodrumê dema televîzyon temaşe dikir ji bûyerê agahdar bûm. Wekî her sal wê salê jî ji bo xebatê çûbûm Bodrumê. Dema bûyer pêk hat ez li Bodrumê bûm. Çend saet şûnde li pansiyonê operasyon pêk hat. Bêyî tiştekî bêjin TEM'a Colemêrgê hatin û lêgerîn kirin. Ez li vir binçav kirim. Tazî kirim û îşkence li min kirin. Torbe xistin serê min. 3 rojan gotin 'Tu kujer e' û îşkence li min kirin. Piştre derket holê ku tu eleqeya min bi bûyerê tune ye. Der barê bûyerê de taliya min dan. Lê dema ez tahliye bûm parêzerek hat cem min û got "Tu dê bi hêsanî tahliye nebe. Dema min got 'çima? bahsa daxuyaniya Serokwezîr û manşetên medya kir. Polîsan jî ji bo ku daxuyaniya Serokwezîr pûç nekin ez bi zorê dam girtin.
LI MIDÛRIYETA POLÎSAN GOT 'TU ELEQEYA WÎ BI RÊXISTINÊ TUNE'
Ayvalik, anî ziman ku der barê F.K û F.A de ji heman dozê biryara girtinê hat dayîn û piştre dosyayên wan hatin cudakirin.û wiha got: "Di 8'ê Adarê de rûniştina dozê hat dayîn. Heyeta dadgehê der barê wî de agahî ji midûriyeta polîsan xwest. Di nivîsa midûriyeta polîsan de hat gotin ku tu eleqeya Ersîn Ayvalik bi bûyerê tune ye.
PERSONELÊ TSK'Ê YÊ ŞAHID: ME LI CIHÊ BÛYERÊ NEDÎT
Ayvalik, anî ziman ku di dema lêpirsînê de 3 şahid beşdarî rûniştina dozê bûn û wiha got: "Yek jê esnafê navçeyê ye. 2 heb jê personelên TSK'ê ne. Şahidekî got "Min ew li cihê bûyerê nedîtiye. Şahid û personelan jî diyar kirin ku wan ez li cihê bûyerê nedîtime. Esnaf û şahidê din jî diyar kirin ku wan ew li cihê bûyerê nedîtiye.
ŞAHIDIYA NEPEN BTY17 SANARYO YE
Ayvalik, anî ziman ku şahidê nepen ê bi navê “BTY17BÇMDY12” sanaryo ye û wiha berdewam kir: "Ev kod li ciwanekî bi navê B.B. ku niha gritî ye kirine. Qaşo li ser min îfade daye. Dema ev ciwan li girtîgehê ye, gardiyan îdîanameyê dibin ji wîre. Ji wî kesî re dibêjin tu şahidê nepen ê vê dosyayê ye. Di rûniştina dozê de ew kes diyar dike ku tiştekî wisa tune ye. Li aliyê din îfadeya BTY17 di 24.02.2014’an de hatiye girtin. Bûyer di Cotmehê de pêk hat, lê îfade 24'ê sibatê de hatiye girtin. yanî 7 meh berî bûyerê îfade hatiye girtin. Dema bûyer pêk hat B.B. wê demê salek û nîv di girtîgehê de bû. Li gorî delîl û dozyayê hemû hişt hatiye plankirin û sazkirin.
Polîs, dozger û daderên ku ku bûn sedema girtina 2 ciwanan niha ji doza Cemaeta Gulen girtî ne. Li gorî lêkolîna parêzeran ger ku darbe bi ser ketibûya dê kesên ji doza FETO hatin girtin bibana Melayên Herêma Wanê.
Ayvalik anî ziman ku rûniştina doza wan cezayên rekor li wan birîn û ev yek bê esil û fesil e. Ayvalik, bilêv kir ku hemû sanaryo ye û ew dê dîsa vî cezayê li wan hatiye birîn îtîraz bike. Ayvalık, destnîşan kir ku ji bo li hemberî cemaweriyê wîjdanê xwe rehet bikin ew bûne qurban û dawiya dawî ew dê mafê xwe bi dest bixin û heqê wan li erdê namîne. Ayvalik, bilêv kir ku ger hiqûqa navendî biqede dê dozê bibin Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME). "
Nedim Türfent - dihaber