Tabelaya kurdî bi alê ve girtin

WAN - Tabelaya kurdî ya li ser Şaredariya Ebexê ya qeyûm hat tayînkirin bi ala tirk ve hate girtin.

Piştî ku Hevşaredarên Ebexê ya Wanê Suna Atabay û Faruk Demîr hatin girtin Wezareta Karên Hundir Takîn Dundar wekî qayûm tayînî şaredariyê hatibû kirin. Qeyûm Dundar tabelaya kurdî ya "Şaredariya Ebexê" bi ala tirkan ve girt.