QSD'ê Hey Ewwl rizgar kir

REQQA – Şervanên QSD’ê Hey Ewwel xistin bin kontrolê û navbera sê taxan û Bendava Firatê ji hev qut kirin.

Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê di roja 48’an de didome. Li gorî nûçeya ANHA'yê, şervanên QSD’ê şevê din giraniya xwe dan Hey Ewwel a nêzîkî bendavê. Heta ber destê sibehê li taxê di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de şerên giran pêk hatin. Di şer de şervanên QSD’ê her 3 taxên Tebqa Nû û bendav ji hev qut kirin û paşê taxa yekem (Hey Ewwel) xistin bin kontrolê. Di şer de gelek endamên DAÎŞ'ê hatin kuştin. Termê endamekî DAÎŞ'ê tevî kalaşnîkofek û rextekî ketiye destê şervanan. Şervanan li taxa Yekem (Hey Ewwel) dest bi operasyona lêgerîn û paqijkirina mayînan kirin.
Şer li Hey Tanî û Salis (taxên Sêyem û Duwem) didome.