ANTALYA - Otosuysa rêwiyan a ji Antalyayê diçû Tokatê qeza kir. Di otobusa ku li Çorumê wergeriya de kesek mir, 4 jê giran 38 kes birîndar bûn.
Otobusa rêwiyan a ku ji Antalyayê diçû Tokatê di riya Çorum-Mecîtozu de ji rê derket û wergeriya. Piştî qezayê gelek ambulans sewqî cihê bûyerê hat kirin. Birîndar bi ambulansan ve birin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Çorumê. Li gorî agahiyên destpêkê di qezayê de kesek miriye. Di qezayê de 38 kes jî birîndar bûn, rewşa 4 kesan giran e. Têkîldarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.