RIHA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Siwêregê dimînin, binpêkirin û zextên li girtîgehê ragihandin û diyar kirin ku sewqkirina nexweşxaneyan jî li şûna bijîşk gardiyan biryarê didin û bêyî destûra gardiyanan kesan nabin nexweşxaneyê.
Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa T a Siwêregê ya Rihayê dimînin bi riya malbatên xwe binpêkirin û zextên li girtîgehê ragihandin. Girtiyan tiştên jiyane wiha parvekirin:
“* Midûrê girtîgehê 5-6 meh berê niha hat guhertin. Binpêkirin piştî midûrê nû zêdetir bûn.
* Li kawişên 10 kesî de 18 kes dimînin. Gelek hevalên me mecbûr dimînin ku li erde rakevin.
* Tu pirtîkan nagirin girtîgehê. Herî dawî pirtûka Ahmet Tellî ya ‘Yangin Yilari’ ne girtin girtîgehê.
* Girtiyên nexweş ji bo revîrê bi rojan disekinînin. Dema dibin revîrê jî gardiyan ligel wan disekine. Li şûna bijîşk gardiyan biryara sewqa nexweşxaneyê dide. Tu nexweş bêyî destûra gardiyanan nikarin bibin nexweşxaneyê.
* Ji ber em mafên xwe yên demokratîk bikar tînin gelek mafên me tên astengkirin. Mînak; hefteya bihûrî me qedexeya mehek sporê û mehen namegirtinê girt.
* Kişandina wêneyan jî sînordar dikin. Herî zêde 3 kes dikarin bi hev re wêne bikişînin. Destûr nadin em bi hev re wêne bikişînin.
* Girtiyên siyasî li kawişên li korîsorê ne dimînin. Di navbera kawişên me de girtiyên FETO û edlî hatin bicihkirin.
* Ji bo çareseriya pirsgirêkan, me xwest bi midûrê girtîgehê re hevdîtin pêk bînin lê midûr daxwaza me paşde vegerand. Ji bo em bi sergardiyan re hevdîtinê pêk bînin demek dirêj li bendê dimînin û dixwazin em daxwazname binivîsin.”