Bokeyê Yenîşafak derewand

NAVENDA NÛÇEYAN- Parlamentera CHP'ê ya ÎZmîrê Selîn Sayek Boke ya ku ji peywirên xwe yê partiyê îstifa kir li hemberî nûçeya "Beriya ku îstifa bike bi Sefîrê Amerîkayê ya Enqereyê re hevdîtin pêk anî" ya der barê wê de derket nerazîbûn nîşan da.

Parlamentera CHP'ê ya Îzmîrê Selîn Sayek Boke ya ku beriya çend rojan ji peywira xwe ya berdevkiya partiyê îstiya kir li hemberî nûçeya rojnameya Yenîşafakê ya nêzî îktidarê ye ya "Beriya îsitafa bike bi Sefirê Amerîkayê ya Enqereyê re hevdîtin pêk anî" ya der barê wê de derket nerazîbûn nîşan da.

Boke wiha got: "Tê dîtin ku çapemeniya hewzê ji bo ku referanduma nerewa bê rewakirin îtiraza ji milyonan kesan tê aciz dibe. îro careke din dereweke ku bi heriyê siyasetê qirêj dike avêtin holê. Hate îdiakirin ku piştî hevdîtina bi Sefîrê DYA'yê re min îsita kiriye. Ev îdia kirin. Ev nûçeya navborî bi awayeke zelal derew e û yek ji heriyên çapemeniya hewzê ya ku hewl dide siyasetê qirêj dike ye. Sedema min a veqetandina rêveberiyê biryarekî ku di çarçoveya rêgeza siyasî û îtarzê ye. Pirsgirêk, pirsgirêkekî ku ji ber lihevnekirina siyaseta tê meşandin e. Reda li hemberî ya nerewa, rewa nîşandan e, ji bo demokrasiyê ye. Ligel yên aciz dibe di nava partiya xwe de bi milyonan re berdewamkirina têkoşînê ye."