Komeleya 10'ê Cotmehê: Bila bersûcên rastîn bên dîtin

ENQERE - Seroka Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakincî Coşgun, diyar kir ku kujerên 10'ê Cotmehê ne tenê 19 kesên bersûc in û xwest kesên esil berpirsiyarên kuştinê jî bên dîtin û darizandin.

Yek ji komkujiyên herî mezin komkujiya 10'ê Cotmeha 2015'an a li Enqereyê pêk hat e. 3’emîn rûniştina dozê li Enqereyê hat dîtin û doz taloqî mehên pêş hat kirin. Seroka Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê Mehtap Sakincî Coşgun, têkildarî rûniştinê û darizandina bersûcan bertekên xwe anîn ziman û wiha got: "Rûniştina 4'emîn dê di 10-11'ê tîrmehê de bê dîtin. Em bang li parazvanên mafên mirovan û rayedarên dewletê dikin ku ne tenê kesên tên darizandin, kesên tiliya wan di bûyerê de heye jî bên ronîkirin û darizandtin. Nêzî 19 meh di ser komkujiyê re derbas bû. Em di pêvajoyek tije êş û jan re derbas bûn. Mixabin 19 mehin hurmet nîşanî êşa me jî nehat dayîn. Dibe ku niha 19 kes girtî ne û tên darizandin. Lê tenê berpirsiyariya komkujiyê bi 19 kesan ne bi sînordar e. Di kuştin û plana komkujiyê de ne tenê 19 kes berpirsiyarin. Kesên esil berpirsiyar divê bên darizandin û girtin. Li pişt buyerê hêzên din hene. Divê ev hêz bên dîtin û cezakirin. Em baş dizanin ku li pişt vê komkujiyê heye û kê ev kes li komkujiyê sor kirine. Balkêş e 20 roj berîya hilbijartina giştî ev komkujî pêk hat. Divê kesên esil berpirsiyar wekî bersûc bên beşdarî runiştina dozê bibin û îfade bidin. Divê tenê li gorî endamên cemaweriyê doz neyê veqetandin. Divê hemû dosya bibin yek û bi hevre bên darizandin. Divê mirov kuştina endamê DAİŞ'ê Halil İbrahim Durgun jî bibîr bixe. Durgun yek ji kesên berpirsiyarê komkujiyê bû. Di operasyonê de hat gotin ku polîsan gotiye xwe teqandiye. Lê hêj delîl û agahiyên rast negihiştine destê me. Lê Hevsera Halil İbrahim Durgun Esin Durgun di dadgehêde got 'Min ceset dît û ceset saxlem bû. Heta pereyê di bêriya wî de saxlem bû û teslîmî min kirin' Di vir de tê xuyakirin ku bombe pêde neteqiya ye. Xuya dibe ku hatiye kuştin.

Em bang li her kesî dikin ku beşdarî runiştina 10-11'ê tîrmehê bibin û em ji rayedaran dixwazin ku kesên tiliya wan di bûyerê de heye jî bên dîtin û darizandin. Em 10 hezar mirovên beşdî mîtînga aştî û demokrasiyê bûn dawetî rûniştina dozê dikin. "