AMED - Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Amedê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdris Baluken, ku li 8’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derket pêşberî dadger nehat berdan.
Parlamenterê HDP'ê û endamê Heyeta Îmraliyê Îdrîs Baluken ku di mijdara 2016’an de hat girtin û biryara navberê di 30'ê Çilede hat berdan, li ser îtirazê di 21'ê sibatê de dîsa hat girtin. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Baluken ku dozger heta 18 salan cezayê girtîgehê xwest li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê derket pêşeri dadgehê. Baluken ji girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Sincanê bi riya SEGBİSê beşdarî rûniştina dozê bû. Parezer jî di rûniştina dozê de amade bûn. Parlamenterên HDP'ê Feleknas Uca, Mahmut Togrul, Dilek Ocalan, Meral Daniş Beştaş, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Parlamenterê DEP'ê yê berê Selim Sadak û rêveberên HDP'ê amade bûn. Dozger xwest ji bo delîl bên komkirin û agahiyên dosyayê bên temamkirin Balûken girtî bê darizandin.
MAFÊ ZAGON Û TENDURISTIYÊ HATIYE ÎHLALKIRIN
Parlamenter Îdrîs Baluken jî parastin kir û diyar kir ku mafê wî yê zagonî û mafê wî yê tenduristiyê hatiye binpêkirin. Baluken, anî ziman ku ji ber şertên girtîgehê piyê wî yê rastê felç derbas kiriye û dema derket derve jî emeliyat bû, lê hêj dermankirina wî neqediya dîsa hat girtin.
Baluken, anî ziman ku zavayê Şaredarê Stenbolê Kadir Topbaş ji ber tenduristiyê hat berdan, lê bi sedan girtiyên nexweş nayên berdan û wiha got: "Ez doktor im. Naxwazim tu kes ji ber nexweşiyê girtî bimînin. Lê kesek ji ber nexweşiyê bê berdan û bi sedan nexweş neyên berdan ev nakokî ye. Ji roja hatime girtin heta niha li Girtîgeha Sincanê di bin tecrîde de dijîm. Bi zanebûn 3 mehin pêvajaya min a dermankirinê hat taloqkirin. Niha wekî wekîlekî ku destnedayîma min heye girtî têm darizandin. Hem mafê min ê jiyanê hem mafê min ê zagonî, hem mafê hilbijêran û hem jî mafê tenduristiya min hatiye îhlalkirin. Ez dê heta dawî şopdarê vê yekê bim.
Baluken, hemû sucdariyên der barê xwe de red kir û wiha got: "Min ji bilî bernameya HDP'ê propaganda tu rêxistinên din nekiriye. Di aliyê hiqûqî û zagoni de tu pirsgirêka vê bernameya partiyê tune ye. Partiya me der barê Xweseriya Demokratîk de di rêziknameyê de biryar girtiye û ev biryar hatiye erêkirin. Wekî wekîlekî di çarçoveya rêziknameyê de tevger tiştekî herî demokratik û zagonî ye.
Tiştê ku min li meclîsê gotiye û tiştê min li derve gotiye hemû yek e. Merciya ku biryara darizandinê bide meclîs e.
Gelê me di referandumê de peyamek gelek girîng da me. Gel diyar kir ku ew siyaseta ku perçe dike û eniyan ava dike qebûl nake. Xwest li şûna vê yekê li ser esasê çareseriyê em tev bigerin.
Baluken, destnîşan kir ku wekî HDP'ê li ser modela çareseriya xweseriya demokratîk ji bo yekîtî û tevahiya Tirkiye tev geriya ne û bernameya siyasî dane pêş xwe û vê bernameyê diparêzin û wiha got: "Di bingeha bernameya me de Komara Demokratîk û Xweseriya Demokratîk heye. Pêşniyara AKP'ê ya li şûna Pergala Parlamenter Pergala Serokdewletî û Serokpartîyî çibe pêşniyara me ya Xweseriya Demokratîk jî heman tişt e. HDP hevparek herî girîng ya KCD'ê ye. Lê dixwazin KCD'ê dijzagoni nîşan bidin. KCD rêxistinek zagonî û hiqûqi ye. Ji ber vê yekê axaftinên min ne sûc in û ez tahliyeya xwe dixwazim.
'DIVÊ DOZ BIKEVE'
Piştî Baluken parêzeran parastin kirin. Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr diyar kir ku doz bêîtina hatiye amadekirin û ev îdianame li fatulkeyên hiqûqê dikare bibe tez. Yalçindag destnîşan kir ku muwekîlê wê ji ber axaftinên xwe yên li meclîsê tê darizandin û ji ber xebatên partiyeke siyasî darizandin nabe. Yalçindag wiha axivî: "Jibo vî dosyaya dozê biryare bereatê na divê biryare ku dosya bê xistin bê dayîn."
Parêzer Mesut Beştaş jî bi îdianameya dozê ve tê xwestin HDP bê tasfiyekirin û wiha axivî: "Ger ku hiqûq çog dayne dê hemû kes çog daynin. Rawesatina vê yekê di destê we de ye."
ENDAMÊ HEYETA DADGEHÊ DENGÊ DIJBER DA
Piştî parastinan heyeta dadgehê navberekî kurt da û biryara xwe aşkera kir. Di biryara ku heyeta dadgehê bi piraniya dengan biryar da de bi hinceta ku gumana sûc a zêde, delîlên şenber hene şertên kontrola edlî têrê nake biryara berdewamkirina girtîbûna Baluken da. Ji bo axaftinên ku Baluken li Civata Giştî ya Meclîsê kiriye û ji bo KCD ji Komîsyona Qanûna Bİngehîn a Meclîsê re hatiye vexwandin an na biryara nivîs bê nivîsandin da.
Endamê heyeta dadgehê dengê dijber da û got ku her çiqas sedemên girtina Baluken bê qebûlkirin jî, parastina wî hatiye girtin, delîlên ku bên komkirin Baluken dê bandore neke encama ku bi girtinê tê xwestin bê destxistin bi şertên kontrola edlî jî dikare bê destxistin xwest ku Baluken bêyî girtî bê darizandin.
Doz taloqî meha hezîranê hate kirin.