Dewlemend piştî 16'ê Nîsanê reviyan!

.NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî referanduma guhertina qanûna bingehîn a 16'ê Nîsanê xwediyên sermayeyê welat diterikînin. Di 3 mehên destpêkê ya salê de zêdetirî hezar dewlemend ji ber siyaseta heyî li Îspanyayê milk kirîn.

Referanduma 16'ê Nîsanê ya "biguman" bi encam bû ya ji bo "serokomarê partiyî" xwediyên sermayeyê xist nava fikaran. Di nivîsa Kerîm Ulker a îro di rojnameya Dunya hatiye weşandin de reva dewlemandan bi dane û sedeman ve tê vegotin.

LI BARCELONAYÊ HEZAR MAL HAT KIRÎN

Ulker ê di nivîsa xwe de nirxandina "sermayedarên tirk bi tiştên ku li derveyî welat dikirin û razemeniyê dikin ve difikirin ku vê yekê wekî pêdiviyekî kurewîbûnê ye û yên ku difikirin ew diçin welatên ewle jî hene" kir nivîsa xwe ya di meha sibatê de ya "6 hezar tirkên milyone koç kir" bi bîr xist û wiha nivîsand: "Di 2015'an de ev hejmara ku hezar kes bû, di 2016'an de jî 5 hezar kes lê zêde bû. Ji ber vê yekê me gotibû Tirkiye li cihanê di rêza 4'emîn de ye."

Nivîskar di nivîsa xwe de nirxandina "koçberiya tirkên piraniya wan milyoner in tenê ji bo razemenî û kirîna şîrketan nabe" kir wiha berdewam kir: "Kirîna avahiyan ji ber vê yekê bêhtir balê dikişîne. Welatê ku bi derfetên dide balê dikişîne Yewnanistan e. Ger ku bê bîra we têkîldarî vê Edîrora Emlakê ya Dunyayê Leyla Îlhan nûçeya ku di çileyê de amade kiribû wekî vê rojên borî rojnameya The Timesê ya li cihanê navdar e nivîsand. Di vî nûçeya ku dişibe ya Dunyayê ji ber êrîşên terorê û pêvajoya 15'ê tîrmehê tê gotin ku tirk li Yewnanistanê milk dikirin. Di nûçeyê de ya nû jî ew e ku ev daxwaz piştî referanduma 16'ê Nîsanê derketiye asta herî jor."

JI SEDÎ 12 TIRKAN KIRÎ

Ulker di nivîsa xwe de daneyên Lucas Fox International a li Îspanyayê tê weşandin û yê Enstituye Îstatistikê ya Neteweyî ya Îspanyayê (INE) parve kir wiha got. "Li gorî raporan di çayrek a yekem a 2017'an de li Îspanyayê firotina milkan ji sedî 26 zêde bûye. Herê zêde jî ji sedî 58 li Barcelonayê ye û ji sedî 50 jî li Valenciayê ye. Madrîd a ku di warê qimêtê de di rêza yekemîn de ye jî ji sedî 109 zêde bûye. Di malpera înternetê ya Lucas Foxê de têkîldarî raporê dane bajar bi bajar dikare bê dîtin. Serokê Operasyonê ya Şîrketê Rod Jamieson dibêje ku sedema zêdebûnê jibilî fînansa rehet û faîzên kêm yên siyasî jî hene. Ji ber ku biyaniyên ku mlk dikirin balê dikişînin. Herî zêde jî tirk û îngilizan milk kirine. Di raporê de tê gotin ku di çayreka yekemîn de li Barcelonayê 8 hezar û 800 mal hatine firotin. Li Barcelonayê kesên ku malê dikirin ji sedî 29 welatiyên Îspanyayê ne. Ji sedî 25 ji Îngilistanê ji sedî 12 jî ji Tirkiyeyê ne. Ango tirkan li Barcelonayê zêdetirî hezar mal kirine."

Sedema ku îngiliz mal bikirin wekî Brexit tê dîtin, sedeka ku tirk milk dikirin jî şelubûna siyasî ye. Di vî nivîsê de sedama ku tirk çima milk dikirin jî tê vegotin û nivîskar wiha dibêje: "Tirk rageşiya siyasî ya heyî dema digirin ber çavan Îspanyayê ji bo razemeniyê bihuştekî ewle dibînin...

Siyaset dê ber bi kû ve biçe nediyar e.

Lê ji Kendavê wekî ku ji bo milkên tirk çawa eleqe hebû ya ku dişibe wî niha Yewnanistan û Îspanya dijî. Tirk berê xwe didin rojavayê Deryaya Spî."