Li Dersimê piştgirî dan Gulmen û Ozakça

DERSIM - Li Dersimê ji bo piştgiriya Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça ku piştî hatin îxrackirin dest bi çalakiyê kirin û 61 rojin li Enqereyê di greva birçîbûnê dene, ji bo rojekê çalakiya greva birçîbûnê hat li dar xistin.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça ku piştî hatin îxrackirin û li Kolana Yukselê ya Enqereyê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin 61 rojin çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin. Li Dersimê jî ji bo piştgiriyê bidin çalakiya Gulmen û Ozakça ji bo rojekê dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Akademîsyenên ku ji Zanîngeha Munzurê hatin îxrackirin li Qada
Seyid Rıza kom bûn, Candan Badem û hîndekar Ahmet Kerim Gultekin ketin grevê. Di çalakiyê de dowîzên "Ji Dersimê silav ji Nuriye Gulmen û Semih Ozakça yên 61 rojin di greva birçîbûnê de di ber xwe didin" û "Ji KHK û îxracan re na" Badem, diyar kir ku em ked û karê xwe dîsa paşve dixwazin û tu eleqeya wan bi cemaetê û rêxistinên din tune ye. Badem, xwest ku OHAL bên girtin.

Ahmet Kerim Gultekin jî anî ziman ku Semih û Nuriye îlana vînê ye û wiha got: "Kesên azadî, demokrasi, aştî û mafên mirovan dixwaze tev bi OHAL û KHK'yan ji kar hatin dûrxistin. Çalakiya wan bi qîmet û wate ye. Em lê xwedî derdikevin û emê têkoşîna xwe bilintir bikin."


KEMAL GUN 74 ROJIN DI GREVÊ DE YE

Li aliyê din bavê endamê DHKC’ê Murat Gun Kemal Gun ku di 7'ê Mijdara 2016'an de li Çemê Çedê di operasyonê de jiyana xwe ji dest da, ji bo cenazeyê kurê xwe bigire li ber peykerê Seyid Rıza 74 rojin di çalakiya greva birçîbûnê de ye.