ENQERE - Parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Şenal Sarihan, diyar kir ku divê Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê ji bo Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ku 61 rojin di greva birçîbûnê de ne bikeve dewrê.
Serokwekîla Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a TBMM’ê û Parlamentera CHP’ê ya Enqereyê Şenal Sarihan ji bo rewşa Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên ku 61 roje li Kolana Yukselê di greva birçîbûnê de ne daxwaznameyek da Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê.
Sarihan, ji bo rewşa Gulmen û Ozakça bê çareserkirin xwest komîsyon bikeve nava tevgerê. Sarihan di daxwaznameya xwe de wiha got: “Xala bingehîn a mafê jiyanê, ku mirov ji ber bêkariyê ji bilî jiyana xwe xistina ber mirinê tu careyek wan me naye di dewletek adilane de nayê pejirandin.”