HDP'ê ji bo 'Plana aştiyê' randevu da

ENQERE- Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr ê têkîldarî civînên MYK û Koma Meclîsê ya 6-7'ê Gulanê de agahî da diyar kir ku di 10'ê Gulanê de bi hevserokên bajaran, di 13'ê Gulanê de bi Meclîsa Partiyê û di 20'ê Gulanê de bi kongreya xwe dê teşeya dawî bidin "Plana Aştiyê û nexşerê" û aşkera bikin.

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr encamên civînên Bi Koma Meclîsê û Lijneya Rêveber a Navendî (MYK) ya di 6-7'ê Gulanê de li Stenbolê hat kirin bi civîna çapemeniyê aşkera kir. Di civîna çapemeniyê ya li Navenda Giştî ya HDP'ê hat lidarxistin de Baydemîr geşedanên rojevê nirxand.

Baydemîr ê têkîldarî civînên MYK û Koma Meclîsê ya 6-7'ê Gulanê de agahî da diyar kir ku di 10'ê Gulanê de bi hevserokên bajaran, di 13'ê Gulanê de bi Meclîsa Partiyê û di 20'ê Gulanê de bi kongreya xwe dê teşeya dawî bidin "Plana Aştiyê û nexşerê" û aşkera bikin.

Baydemîr destnîşna kir ku HDP îradeya hemû gel û baweriyên li ser vî axê ye û îradeya çareseriyê û aştiyê temsîl dikin, bi biryar in ku têkoşîna jiyana nû û demokrasiya radîkal bidomînin, 2 sal in bi pêkûtiyên derveyî hiqûqê bi hezaran endam, rêveber, hevserok, parlamenter û hevşaredar bi "darbe û qirkirina siyasî" ve hatine girtin. Baydemîr girtin wekî polîtîkaya "dîlgirtinê" nirxand û wiha got: "Ligel vê yekê jî me di têkoşîna xwe ya heq, edalet û azadiyê de paşve gav neavêt."

'FIKRÊN HDP'Ê CAREKE DIN HATE ERÊKIRIN'

Baydemîr da zanîn ku ligel hemû êrîşan spasiyên xwe li hevkar, hevserok, parlamnetrên ku li ber xwe dan kir û wiha berdewam kir: "Di referandumê de careke hate dîtin ku fikrên HDP'ê ji aliyê civakê ve hatiye qebûlkirin û erêkirin. Bi milyonan kesan gotin ku ez li dijî OHAL'ê me, li dijî vî nîzamê me, li dijî girtina Demîrtaş û Yuksekdag im."

'HETA EW AZAD BIN'

Baydemîr di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Hevserokên me yên giştî yên li girtîgehê dîl tên girtin û nûnerên me heta ku azad bin HDP dê têkoşîna xwe bidomîne. Heta ku ew azad nebin em ê xwe azad hîs nekin. Em careke din van operasyonan şermezar dikir û dibêjin ku nikarin encamê bigirin."

Baydemîr wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bi dek û dolaban, bi zorê ligel qanûn, qanûna bingehîn û hiqûqa navneteweyî encama ku derket holê rewa nîne. Ev nîqaş bi dawî nebûye, ji bo paketa referandumê bikeve meriyetê qanûnên ku bên derxistin ji bo li ser nerewabûna ku derketiye bigirin tê kirin. Fermo, qanûna Evren ligel ku 35 sal derbas bû jî ne ji bo derdê civakê bû derman ne jî rewabûnê hate qebûlkirin. Vî sererastkirinê bi dekûdolaban bi zorê nikarin bi civakê bidin qebûlkirin. Daxwaza civakê ya qanûna bingehîn a azadîxwaz û wekhev mayînde ye. Amadekirina vî qanûna bingehîn peywira esasê ya dema me ya pêş e. Wekî HDP em dixwazin platformên qanûna bingehîn ên demokratîk û derûdoran ve nîqaşên qanûna bingehîn a nû bidin destpêkirin."

HDP PLANA AŞTIYE AMADE DIKE

Baydemîr got ku ew ji bo "bangawaziya tifaqê ya demokratîk" a derûdorên berfiren hembêz bike amadekariyê dikin, ji beyanameya wan a hilbijartinê heta deklerasyona 28'ê Sibatê dê ji wan metnan sûdê werbigirin. Baydemîr diyar kir ku kurd 2 sal in li dijî polîtîkaya zilmê disekinin, polîtîkaya qirkirinê red dikin ev di heman demê de hewldana aştî û çareseriyê ye û divê ev ji aliyê hemû kesên demokrasîxwaz ve bê dîtin.

PEYWIRA LEZGÎN PÊŞXISTINA PLANA AŞTIYÊ YE

Baydemîr ê ku nirxandina "Di cografyaya kurdan de em wekî HDP dixwazin îradeya ku derket holê balê bikişînin ser vê. Wekî hevserokê me Demîrtaş jî got ev çûyîn sûdê dê nede kesekî. Di destpêkirina pêvajoyeke bê şer de peywir dikeve li ser milên hemû kesan. HDP dê di vî mijarê de ji berpirsyariya xwe nereve. Peywira lezgîn a siyaseta demokratîk di qada herêmî de plana aştî û çareseriyê pêş xistin e. Ev plan dê li aliyeke bibe nexşerê li aliyê din vî ji bo Sûriyeya demokratîk jî sûdewar be" kir wiha berdewam kir:

AŞTIYA NAVXWEYÎ Û YA DERVE BI HEVRE GIRÊDAYÎ YE

"Li Tirkiyeyê 2 sedemên pêvajoya aştiyê veguherand şer heye. Ya yekemîn nenaskirina îradeya 7'ê Hezîranê ya din jî ji bo ku kurd li Rojava derxist holê îradeya ku derxistin holê negihije statuyekî vegera hikûmetê ya li ser dijminatiya kurdan e. Hikûmet di polîtîkaya Sûriyeyê de divê dev ji nêzîkatiya xwe ya neftê davêje li ser agir berde. Bi vî rengî re li hundir û derve dê deriyên polîtîkayên aştiyê bê vekirin. Berovajî vê jî rast e. Li hundir vegera axtiyê dê bandorê li polîtîkaya Rojhilata Navîn jî bike."

Baydemîr diyar kir ku ew ê li dora nirxên hevpar bi raya giştî ya Ewropayê ve têkîliyan pêş bixin û wiha got: "HDP dê têkoşîna xwe ya hevpar a bihevre jiyanê ya gelê tirk re bidomîne. Em spasiyên xwe li hemû gelê xwe yê ku ev têkoşîn li ser piyan hişt, li hemberî pêkûtiyan serê xwe netewand dikin."

Baydemîr wiha got: "Hêviyeke nû li ber deriye û em ê tu caran desturê nedin ku ev hêvî bê girtin."