Destûr nedan parlamenter hevserokê xwe ziyaret bikin

STENBOL - Wezareta Dadê destûr neda ku parlamenterên HDP’ê bi hevserok û parlamenterên girtî re hevdîtinê bikin.

Du komên ji parlamenterên HDP’ê pêk tên xwestin li Girtîgeha Tîpa F ya Edîrneyê bi Heserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenterên din re hevdîtinê bikin. Lê Wezareta Dadê destûr neda û ziyareta wan asteng kir. Parlamenterên HDP’ê Alîcan Onlu, Garo Paylan li Girtîgeha Edîrneyê, Serokwekîla Komê Fîlîz Kerestecîoglu û Berdan Ozturk li Girtîgeha Kandirayê bêyî ku hevdîtin pêk bînin vegeriyan.

‘WEZARETA DADÊ BI KEYFÎ DESTÛR NADE’

Parlamenter Garo Paylan derbarê mijarê de li ber Girtîgeha Edîrneyê daxuyaniyek da çapemeniyê û wiha got: “Em çûn girtîgeha ku hevserokê me Selahattîn Demîrtaş û parlamentera Abdullah Zeydan lê girtîne. Bi mehane em dixwazin bi hevserok û parlamenterên xwe re hevdîtinê pêk bînin. Wekî parlamenter em dixwazin bi azadî vana pêk bînin. Em dixwazin bi azadî her hefte hevdîtinê pêk bînin lê ligel ku bi mehane em serlêdan dikin jî Wezareta Dadê bi keyfî destûr nade.”

BÊYÎ HEVDÎTINÊ PÊK BÎNIN VEGERIYAN

Paylan, da zanîn wan ten^ebi midûrê girtÎgehê û alîkarê wî re hevdîtin pêk anîne û wiha axivî: “Em hînbûn k udi şert û mercên Hevserok û parlamenterên me de tu pirsgirêk tune ne. Di hevdîtina parêzeran de jî tu pirsgirêk tune ne. Pirsgirêka bingehîn bisînorkirina azadiya wane û em li bendê ne Dadgeha Qanûna Bingehîn biryara berdana wan bide. Em dixwazin di demek kurt de hevserok û parlamenterên me bên berdan. Em dixwazin kanalên siyasî yên din bên vekirin. Em li bendê ne ku Dadgeha Qanûna Bingehîn şertên hevdîtina bi hevserok û parlamenteran re ava bike. Lê mixabin di hevdîtina îro de ligel ku 2 parlamenter hatine vir jî bêyî bi hevserok û parlamenteran re hevdîtinê pêk bîne paşde dizivirin.”