Sedema raperîna Girtigeha Bozkurtê zextên li ser girtiyan e

DENÎZLÎ - Raperîna ku şevê din li Girtîgeha Jinan a Vekirî ya Bozkurtê pêk hat, dîsa zext û binpêkirinên mafên mirovan anî rojevê. Li girtîgeha ku divê 160 kes bibînin 520 girtî lê tên girtin. Hevkeroka Giştî ya ÎHD'ê Prz. Eren Keskin, anî ziman ku li vir di sala 2009’an de jin bi zorê dihatin xebitandin û rastî tacîzê dihatin û gardiyanan zext li ser girtiyan dimeşandin.

Şevê din li Kawîşa zarokan a Girtîgeha Jinan a Vekirî ya Bozkurt a Denizliyê, raperîn pêk hat. Di raperînê de 2 gardiyan û 5 zarok birîndar bûn. Zextên li dijî girtiyan binpêkirinên mafên mirovan anîn hişê aqilan.
Waliyê Denizliyê û Serdozgerê Komarê yê Denîzliyê, îdîa kirin ku girtiyan bi sedema "Şerê çigarê" bûyer derxistine Bûyera li girtîgehê îhlalên berê anî hişê mirovan. Serokê Baroya Denîzliyê Mujdat İlhan daxuyaniyên fermî dubare kirin.

Li dijî daxuyaniyên fermî di sala 2009'an de binpêkirina mafan di asta herî jor de pêk dihatin. Li şûna ku 160 girtî bimînin 520 girtî dihatin girtin. Piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê ji bilî girtiyên rastî ceza hatine, girtiyên ku nû tên girtin jî li vir bi cih kirin. Hikûmxwarekî berê yê nexwest navê xwe bide diyar kir ku di mijdara 2016’an de li girtîgehê binpêkirin û neheqî gelek zêde bûn. Kesê navê xwe neda anî ziman ku girtiyên jin rastî neheqî û heqaretê dihatin.

KESKÎN BINPÊKIRINA MAFAN DÛR Û DIRÊJ E

Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Prz. Eren Keskîn, diyar kir ku di sala 2009'an de wê li Girtîgehê lêkolîn kir û wiha got: “Wê demê jin li vir bi zorê didan xebitandin. Bi jinan lojman didan paqijkirin. Çop bi wan didan komkirin. kanalizasyon bi wan didan paqijkirin. Di sala 2011'an de ev zext û binpêkirinan berdewam kirin. Piştî hevdîtina min dîsa jin rastî gefan hatibûn. Ez rastî jinên ku wekî koleyan dihatin xebitandin hatim. Bi qasî tê dîtin li girtîgehê tu tişt nehatiye guhertin. Ne tenê ev girtîgeh, hemû girtîgeh tip tije ne. Ev zext ne nû ne. Bi salan e li vir mafên girtiyan tê binpêkirin û girtî rastî zextên giran tên. "