ŞIRNEX - Ber bi Şirnexa ku ev 20 roj in operasyonên leşkerî berdewam dikin, gelek leşker hatin sewqkirin.
Ji bo operayonên li herêmên Kato Jîrka û Bestayê ku di 18 Nîsanê hatibûn destpêkirin, gelek tîmên taybet bi balafirên kargo hatin Balafirgeha Şerafettin Elçi ya Hezexa Şirnexê. Nêzîkê 20 wesayîtên bi navê Kîrpî yên ku leşker van leşkeran vediguhêzin, pêşî derbasî navçeya Cizîrê bûn û piştr e ber bi navenda bajêr ve çûn.