Der barê Koncayê de dîsa biryara girtinê

ÊLIH - Li ser îtiraza Serdozgerê Komarê der barê Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besima Konca ya ku bi yekîtiya dengan a dadgehê hat tehliyekirin, dîsa biryara girtinê hat dayîn. Parêzerê Koncayê balê kişand ser skandaliya biryarê.

Li ser îtiraza Serdozgerê Komarê, der barê Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besima Konca ya ku di 13'ê Kanûna 2016'an de hat girtin û di 3'yê Gulanê de li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê bi yekîtiya dengan a heyeta dadgehê hat tehliyekirin, dîsa biryara girtina wê hat dayîn. 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê ya ku îtiraza serdozgeriyê nirxand, dubare der barê Koncayê de biryara girtinê da.

HINCETEKE SKANDAL

Parêzerê Koncayê, Bayram Arslan vê briyarê wek biryareke "skandal" nirxand û got ku, Serdozgerê Komarê heyeta dadgehê û dozgerê danişînê nehesibandiye. Arslan, anî ziman ku bi vê biryar huqûq hatiye binpêkirin û wiha got: "Serdozgerê Komarê, wek hincet yekkirina 12 dosyeyên li Sêrtê nîşan dide. Lê belê tiştekî wis atune ye. Çimkî, ev dosya dosyeyên ku di çarçoveya destnedayînê de ne. Vê carê jî ji Sêrtê 5 dosyeyên hatin yekkirin, şandin dadgeha Êlihê. Lê belê, dadgeha Êlihê biryara "nerayeyê" da û dosye şand Dadgeha Edliyeyê ya Herêmê ya li Dîlokê ye."

‘HUQÛQ HAT BINPÊKIRIN'

Arslan, dest nîşan kir ku tu şîroveyeke huqûqî ya vê biryarê tune ye û wiha bertek nîşan da: "Dozger danişînê tehliye xwest. Dadgehê jî vê daxwaza tehliyeyê qebûl kir û biryara berdanê da. Lê belê, Serdozgerê Komarê ji xwe re wezîfe derxist û bi vê re huqûq bin pê kir û îtirazî dosyeyê kir. Tu rêzeke wî ji bo dadgehê û dozgerê danişînê tune ye. Ev bû cara duyemîn e ku wisa dike."