MÊRSÎN - Akademîsyen Doç. Dr. Ulaş Bayraktar ê ku bi KHK'ê hat îxrackirin, diyar kir ku wan ji bo aştiyê danezan îmze kir û wiha got: "Min nizanibû ku dê ev tişt bên serê min. Lê heke min zanûbuya, min ê dîsa jî îmze bikirana. Ger ku ev îmze qiyamet û tofan rakiribin, nexwe pir biqîmet in. Divê em ji bo aştiyê hevî û têkoşînê xurtir bikin."
Li Tirkiyeyê ji bo dawî li şer bê û pêvajoya aştiyê ji nû ve dest pê bike, akademîsyenan deklerasyona aştiyê ya "Ez nabim şirîkê vî sûcî" îmze kirin. Piştî ku deklerasyon îmze kirin, akademîsyen ji kar hatin avêtin, hatin girtin û cezayên giran li wan hatin birîn. Herî dawî piştî îlana OHAL'ê bi KHK'yan bi hezaran akademîsyen hatin îxrackirin. Li Zanîngeha Mêrsînê jî 21 akademîsyenan danezan îmze kiribûn. Yek ji van akademîsyenan Doç. Dr. Ulaş Bayraktar e ku bavê wî di sala 1980'ê de hatibû kuştin. Bayraktar, anî ziman ku şertê wê demê pir zahmet bûn û bêçareyî pir bû û wiha got: "Wê demê kal û pîran di camê şibakeyan de li cenazeyan dinerîn. Ev hemû sedema hesta raperînê ye. Ez wekî şexs bawer nakim ev polîtîkayên tundiyê ji bo xelaskirina terorê bin. Ji ber vê yekê ev pêkanînên zext û zordariyê, zêde xizmeta armancê nakin.
'ME AŞTÎ XWEST'
Bayraktar, da zanîn ku wan bêyî bifikirin metn îmze kirine û wan ji bo aştiyê îmze kiriye. Bayraktar, anî ziman ku di belge û danezanên kolektif de ne pêkan e ku ji sedî sed fikrên her kesî biparêze û li gorî daxwaza hemû kesan be û wiha got: "Ev danezan kolektif in. Dema ku me nû ev danezana aştiyê îmze kir, me got tu qîmeta wê tune ye. Me aştî xwest lê şitla aştiyê aj neda. Min guh da wîcdan û min îmze avêt. Ez qet nefikirîm ku ev tişt bên serê me. Lê ger ku min zanîbuya ev tişt dê bên serê min, min ê dîsa jî îmze bikirana. Ji ber ku îmzeya duyemîn ji ya yekemîn biqîmetir e. Ji ber ku piştî firtone rabû qîmeta îmzeyan bêtir e. Bi van îmzeyan qiyamet rabû û niha bêtir biqîmet in. Mesele niha daxwaza aştiyê derbas kiriye û bûye mijara azadiya ramanê. Tişta ez kirim hevparê vê îmzeyê, dema ez hêj 5 salî bûm min bavê xwe winda kir. Sedemên ku bû hinceta kuştina bavê min hêj didomin. Ez her dem vê yekê bi bîr tînim. Her ku cenazeyek tê ev tê bîra min. Ger ku ev pirsgirêk 40 salin didome û mirov tên kuştin, an kuştina mirovan bê wate ye an jî polîtîkayên mirovan dikujin bê wate ye. Diviya bû ku ev pirsgirêk heta niha bihata çareserkirin. Niha dema em rastî van polîtikayan tên em xwe di nava hesta neheqiyê de dibînin. Ger bi rastî polîtîkayên rast hatibana meşandin dê îro teamên wan bihatanan komkirin. Gelek sedemên vê îmzeyê hene. Ji bo ev pirsgirêk çareser bibe, ji bo mafên mirovan, edalet, aştî, azadî bi ser bikeve yek ji van sedeman in.
'TIRSA MIN EW E KU EZ BIŞIBIM WAN'
Bayraktar, da zanîn ku piştî bavê wî hat kuştin û şûnde rastî pêkanînek taybet nehat û wiha got: "Min meseleya bavê xwe zêde neanî ziman. Gelek hevalên min ên nêz meseleya bavê min nizanin. Ez naçim ji kesî re nabêjim bavê min şehît e. Tişta şaş dike ne îmzekirina min e. şehîtbûna bavê min e. Ev ne îmzeya min a yekem e ku ez ji bo aştî û demokrasiyê davêajim. Min gelek caran ji bo aştî û demokrasiyê îmze avêtiye danezanan. Min bi gotina xwe têkoşîna xwe û nivîsê xwe her dem ji bo aştî û demokrasiyê gav avêt. Ji ber vê yekê mirov ne ji ber ku min îmze avêtiyê şaş dibin. Ji ber ku bavê min "şehît " şaş dibin. Ez ne mirovekî wisa şoreşger, bi rêxistinger, û sosyalîst im. Dema hat fêm kirin ez kurê şehîdan im ez rastî pertekên zêde hatim. Tirsa min a mezin ez bişibim kesê hemberî xwe ye. "
'EM LI HEVALÊN XWE XWEDÎ DERNEKETIN'
Bayraktar, destnîşan kir ku ew tu carî têkçûna xwe qebûl nakin û divê hin caran mirov têkçûna xwe qebûl bike. Ez wekî şexs bi awayekî dirust dibêjim em têk çûn. Ne ji ber ku aştî pêk nehat. Ya herî zêde ez êşamdim întîhara Mehmet bû. Ji ber ku ji zanîngeha çukurova hat îxrackirin întihar kir. Em li pêş întîhara wî nebûn asteng. Em niha memû îdîayên xwe têxin meriyetê jî me nekarîbû întîhara wî rawestînin. Em nebûn pişteka hevalê xwe. Ji ber vê yekê ez dibêjim em têk çûn. Diviya bû me ew daniya ser serê xwe. Ev nayê wateya ku em dest jê berdin û pes bikin. Lê divê em vê rastiya xwe qebûl bikin û li gorî wê têbikoşin.
GER KU MIN ÎSTÎFA KIRIBUYA MIN Ê KARÊ WAN HÊSAN KIRIBÛYA'
Bayraktar, da zanîn ku ger îstifa kiribûya û biçûya ewropa dê ji bo wî jiyan hêsantir bûya û bi zanebûn îstîfa nekir û neçû. "Dema nû berê xwe dan akademisyenên aştiyê min îstîfa kirbûya ji bo min û malbata min hêsantir bû. Hevalên min ên ewropa bi izrar ez dawetî ewropa kirim. Lê min îstîfa nekir û min riya dijwar biart. Yên ku ez îhrac kirim xwestin ez îstîfa bikim. Ger ku min îstîfa kiribûya dê karê wan hêsantir bûya
EZMÛNA MEZIN NÛ DEST PÊ DIKE
Bayraktar destnîşan kir ku gotinen 'Akademî xelas bû, zanîngeh xelas bû' xwe bêtir bi wate nakin û wiha got: "Zanîngeh tu carî ji bo wî ne tişta herî mezin e. Her dem zanîngeh ji bajar û civakê qut e. Em dê niha bibînin. Êdî îdare, lêpirsîn û dîsiplîn ji holê rabû. Kesên ku ev tişt anî zerê min ez dê ji wan nefretê nekim. Ez dê hewl bidim wan fam bikim. Her çend bêjim bavê te şehît e û tu terorîst e ez dê bi wan bikenim û derbas bibim. Hêvî heye. Heviya vînê heye.
'MIN FAM KIR KU PIRSGIRÊKA KURD ÊDÎ BI ŞER ÇARESER NABE'
Bayraktar helwesta YOK'ê jî rexne kir û wiha got: YOK ji rektoriyê pir bi hêrs e. Em di nava xwe de gelek axivîn. Ez ji wan ne bi hêrs im. Dilê min bi wan diêşe. Divê mirov ew qas xwe biçûk nexe. Min fam kir ku pirsgirêka kurd bi şerê dûr û dirêj çareser nabe. Pirtûka herî zêde bandor li ser min kir pirtûka Nadire Mater a 'Mehmetçiğin" bû. Di nava civakê de gotina "Ger ku tu zarokê şehîdan be divê tu militarist, dijminê kurd be". Lê ez dibêjim ne wisa ye. Bila nifrina me bi dest nexin. Em niha li grava heviyê dejîn. Navê kurê min ê biçûk jî Umut (Hêvî) ye.
Berivan Altan- dihaber