Xwendekar û mamosteyan bi hevre kolan xemilandin

EDENE -Xwendekar û mamosteyên Dibistana Navîn a Dûmlûpinarê bi hevre kolan xemilandin. Li ser dîwar û kolanan bi kulîlk û motîfên rengo rengo boyax kirin.

Li Taxa Alî Dede ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê, xwendekar û mamosteyên Dibistana Navîn a Dûmlûpinarê bi hevkariya niştecihên taxê kuçeya ku dibistan lê ye û diwarên malên li hawirdorê bi xêzkirina kulîlkan rengo rengo boyax kirin. Bi projeya ku navê "Kûçeya Hunerê ya Dûmlûpinarê" lê hat kirin, Kuçeya 29009'emîn seranser hat boyaxkirin. Xwendekar û mamosteyên ku dîwarên dibistanê bi rengê spî boyax kirin, her wiha dîwar, derî û caxên hesinî yên malan jî bi motîfên cuda boyax kirin. Niştecihên taxê vê xebata xwendekar û mamosteyan texdîr kir.

‘EM ZAF KÊFXWEŞ BÛN'

Nişteciha taxê Fatma Odabaşi, anî ziman ku ev xebat wan zaf kêfxweş kiriye. Odabaşi, dest nîşan kir ku xebatên bi vî rengî di heman demê de tevgerînên wek pêgirtiya madeyê kêm dikin û wiha got: "Her çi qas hîn nû proje dest pê kiribe jî, taxa me zaf xweşik bû. Kuçeya me veguherî rewşeke ku mirov bikaribe lê bijî. Em spasiya hemû kesên ku keda wan tê de heye dikin. Em zaf kêfxweş bûn."

HER KES DESTEKÊ DIDE

Di çarçoveya xebata xwendekar, mamoste û niştecihên taxê de hat xwestin ku navê kuçeyê wek "Kuçeya Hunerê ya Dûmlûpinarê" bê guherandin. Esnafên taxê, qehwexane û cemaeta mizgeftê jî guherandina navê kuçeyê dubare kirin û kesên ku vê estetîka kuçeyê dibînin, kêfxweşiya xwe tînin ziman.