Ji Hevseroka MEYA-DER'ê 20 sal cezayê girtîgehê xwestin

AMED - Dozger ji Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dicle ya bi îdiaya di nav Meclîsa Bajêr de cih girtiye hat girtin 20 sal cezayê girtîgehê xwest û doz vekir.

Hevseroka Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên Xwe Windakirine (MEYA-DER) Ayşe Dicle, li ser lêpirsina Serdozgeriya Komarê ya Amedê, ya di sala 2013'an de, bi îdiaya "Di nav fealiyetên Meclîsa Bajêr de cih girtiye" di 15'ê Adarê de hatibû girtin. Îdianameya ku der barê Dîcle û Abdullah Akdemir û Endamê Meclîsa Şaredariya Peyasê Abdulselam Demirkiran de hat amadekirin, ji 88 rûpelan pêk tê û ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.

Di îdianameyê de der barê Dicleyê de bi îdiayên "Endamtiya rêxistinê " û "Propagandaya rêxistinê" ji 8 sal û nîvan heta 20 salan û her wiha der barê Akdemir û Demirkiran de jî ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê tê xwestin. Di destpêka îdianameyê de der barê avakirin, birêvebirin û xebatên PKK, KCK, DTK û Meclîsên Bajêr de agahî hatine dayîn û her wiha di vê mijarê de cih dane îfadeyên şahidên nepen û nîşeyên hevdîtinê yên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan. Di çarçoveya lêpirsîna ku di sala 2013'yan di dema destpêka pêvajoya çareseriyê de hat destpêkirin de, hat hînbûn ku bi biryara dadgehê telefonên Dicle, Akdemir û Demirkiran hatine guhdarîkirin. Her wiha di îdianameyê de bi beşdarbûna çalakiyên ku wê demê hatine lidarxistin tên tawanbarkirin.

Di îdianameyê de dozger parast ku Dicle, Akdemir û Demirkiran li gor biryarên Meclîsa Bajêr a Amedê ku îdia kir di bin banê PKK û KCK'ê de hatiye avakirin tevgeriyane û xwest bersûc bi sûcên "Endamtiya rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê" bên cezakirin.

Dê di rojên pêş de darizandina dozê li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê dest pê bike.