RIHA -Danişîna yekemîn a komkujiya Pirsûsê bêbersûcan hat dîtin. Birîndarên Pirsûsê bertek nîşanî vê biryarê dan û diyar kirin ku dê dev ji dozê bernedin û wiha got: "Ji bo em hesab ji dewlet û hikûmetê bipirsin em hatine vir. Heta hesab ji kiryaran neyê pirsîn, têkoşîna me dê bidome."
Di 20'ê Tîrmeha 2015'an de ji bo ji nû ve avakirina Kobaniyê, bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) koma ku li baxçeyên Navenda Çandê ya Amarayê ya Pirsûsê hatin gel hev, rastî êrîşa xwekujê DAIŞ'î Abdurrahman Alagoz hatin û di vê êrîşa xwekujiyî de 33 kes jiyana xwe ji dest dan û zêdeyî 100 kes jî birîndar bûbûn. Piştî 21 mehan şûn de danişîna yekemîn a Komkujiya Pirsûsê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Danişîna ewil bêyî beşdarbûna bersûcan hat dîtin. Malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û şahidên komkujiyê bertek nîşanî vê biryarê dan û gotin, dê têkoşîna wan a ji bo edaletê berdewam bike.
‘LÊ JI BO WAN EWLEHÎ HEYE...'
Yagmur Şeker a ku di teqînê de bavê wê Îsmet Şeker jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku ew li edaletê digerin. Şeker, anî ziman ku ew ê hesabê bavê xwe û 33 ciwanan bipirsin û wiha axivî: "Çawa ku 21 sal in em têdikoşin, dê ji niha û pê ve jî têkoşîna me bidomîne. Dê tu carî nikaribin malbatan bizdînin. Ez keça biçûk a Îsmet Şeker im. Ez ê heta dawîn vê dozê bişopînim." Şeker, îşaret pê kir ku di dema danişîan yekemîn de leşkeran Kampusa Saziyên Înfaza Cezayê ya Rihayê dorpêç kirine û wiha got: "Dema bavê min ew hatin vir, bi tu awayî tevdîrên ewlehiyê nehatin girtin. Tevdîrên ewlehiyê yên ku roja danişînê girtin jî, ne ji bo me bûn. Ji bo xwe ev tevdîr girtin."
‘EM Ê EDALETÊ BI DEST BIXIN'
Sezgin Dag ê ku ji komkujiya Pirsûsê bi birîndar filitî wiha got: "Hêviya min ji bo vê dozê tune ye. Çimkî berê biryara vê dozê hatiye dayîn. Lê belê li gel her tiştî jî dê têkoşîna me berdewam bike." Gaziya bi navê Gokçe Çetin jî wiha got: "Ez jî yek ji gaziyên Pirsûsê me û di heman demê de şahidê wê me. 21 meh di ser re derbas bûn. Lê danişîna bêyî bersûc nayê qebûlkirin. Pêkanîna danişîna ewilîn ji bo me zaf girîng e. Wisa bawer dikim dê bi têkoşînê hin tişt biguherin. Dê ew edaletê nedin me, em ê bi dest bixin."
‘EM JI BO HESABPIRSÎNÊ LI VIR IN'
Yasin Can ê ku ew jî ji komkujiyê bi birîndarî filitî, diyar kir ku ew gaziyekî Pirsûsê yê welatperwer e û wiha axivî: "Baweriya me bi wan û dadgeha wan tune ye. Her çi qas em dizanin dê encameke erênî dernekeve jî, lê dîsa jî em ê dev ji vê dozê bernedin. Divê baş zanibin. Qethiyen em ê bi paş ve gav neavêjin. Heta ku berpirsiyar neyên darizanidin û cezayê heq dikin li wan neyê birîn, em ê şopdarê vê dozê bin. Heta hesab neyê pirsîn em ê dev ji vê dozê bernedin. Ji bo em hesab ji dewlet û hikûmetê bipirsin em li vir in."
Birîndarê Pirsûsê Kenan Yildizer jî wiha got: "Ez şahidê komkujiya ku 21 meh berê bi desteka dewletê hat kirin bi xwe me. Me di danişîna doza ku piştî 21 meh şûn de hat dîtin de, giliyên xwe yê der barê rayedarên dewletê û endamên DAIŞ'ê de anîn ziman. Ji bo bi awayekî adil ev doz biencam bibe, em ê dev jê bernedin. Divê hêviyên me hebin. Em ê hemû bi hev re şopdarê vê dozê bin."