ÎZMÎR - Li Şakrana piştî bidawîbûna greva birçîbûnê jî binpêkirinên mafan lê didomin û her diçin zêde dibin, jinên girtî balê kişandin ser sepandina "Tevlîhev bike-Li hev bîne" û ragihandin ku, ji bo DAIŞ'iyan qawîşên navberê hatine valakirin.
Li Girtîgeha Jinan a Şakranê ya Alîagaya Îzmîrê, li Girtîgeha Jimare 4'an a Tîpa T a Şakranê û li Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa F a Kiriklara Îzmîrê li ser girtiyên siyasî binpêkirinên mafan didomin. Piştî bidawîbûna greva birçîbûnê ya 64 rojan domand, her diçe binpêkirinên mafan û çewisandin zêde dibin.
ÎDIAYA KU 'QAWÎŞ JI BO DAIŞIYAN TÊN VALAKIRIN'
Malbatên ku ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Jinan a Şakranê, bi riya zarokên xwe rewşa heyî ya li girtîgehê ragihandin. Şehmuz Asi yê bi keça xwe Cihan Asi re hevdîtin çêkir anî ziman ku, rewşa girtiyên jinên ji greva birçîbûnê derketin baş e û got ku, piştî tedawiyê niha dikarin xwarinên normal bixwin. Asi, diyar kir ku jinên girtî ragihandine ku li girtîgehê dixwazin li hemberî wan provakasyoneke mezin çêbikin û balê kişand ser rêbaza "Tevlî hev bike-Li hev bîne" ya ku piştî derbeya leşkerî ya 1980'yî li girtîgehan hat sepandin û wiha domand: "Niha dixwazin qawîşên li kêleka yên jinên girtî vala bikin. Bi vê re dixwazin kesên bi tawanbariya DAIŞ'ê hatine girtin li van qawîşan bi cih bikin. Dixwazin bi kesên ku bi tawanbariya DAIŞ'ê hatine girtin re qada hevpar bi kar bînin. Endîşeya me ew e ku, li vê qada hevpar wan rûberî hev bikin û provakasyonê biafirînin."
JIN DÎSA LI BER XWE DIDIN
Asi, îşaret pê kir ku ji bo qawîş neyên valakirin, 2 roj in ku jinên girtî dest bi berxwedaneke nû kirine û got ku îdareya girtîgehê daxwaza wan a hevdîtinê qebûl nekiriye. Bav Asi, banga hestiyariyê kir.
Bahar Aydin a ku li girtîgehê bi Zubeyde Aydin re hevdîtin çêkir jî, anî ziman ku li girtîgehê liv û tevgereke zêde ya rîngan heye û got ku, ev liv û tevgerîn şik û gumanên malbatan zêde kirine. Aydin, îşaret pê kir ku gardiyan bi awayekî eleqedar nêzî endamên DAIŞ'ê dibin û got ku, divê rayedar demildest têkevin dewrê.
Hediye Tekin a ku ji bo hevdîtina xizmê xwe Nizam Algunerhan çû Girtîgeha Jimare 4'an a Tîpa T a Şakranê, anî ziman ku rewşa girtiyên mêr ên ketibûn greva birçîbûnê ber bi başiyê ve diçe û got ku, lê belê hîn jî kîloyan didin. Tekin, diyar kir ku girtiyan ragihandiye ku hîn jî li Girtîgeha Jimare 4'an girtiyên siyasî dernaxînin qada hevpar, fealiyetên wan ên sporê tên astengkirin û got ku, bi awayekî tam tedawiya girtiyên nexweş nayê kirin. Tekin, dest nîşan kir ku bi rîngê girtiyên nexweş dibin nexweşxaneyê û ev rewş veguheriye îşkenceyê. Tekin, da zanîn ku li qawîşên 12 kesan 20 kes tên ragirtin û got ku, ji ber zêdebûna hejmara girtiyan li qawîşan pirsgirêkên nivînan û hijyenîkê xwe didin der. Tekin, anî ziman ku girtiyan ragihandiye ku li Girtîgeha Jimare 4'an li ser hevdu cezayê dîsîplînê li girtiyan tê birîn.
NEXWEŞ NAYÊN TEDAWÎKIRIN
Melsa Aydin a ku ji bo hevdîtina xizmekî xwe çû Girtîgeha Jimare 1'ê ya Kiriklara Îzmîrê jî, binpêkirinên mafan ên li girtîgehê parve kirin. Aydin, anî ziman ku mafên girtiyan ê qada hevpar hatiye astengkirin û got ku, bi tu awayî destûr nayê dayîn ku pirtûk têkevin girtîgehê. Aydin wiha got. "Tedawiya girtiyên nexweş tê astengkirin. Îdareya girtîgehê bi hinceta 'li nexweşxaneyan tadîlat heye' tedawiya girtiyan asteng dike. Bi refeqatiya polîsan bi ser qawîşên girtiyan de tên girtin û her wiha di warê derûnî de girtî tên îşkencekirin."
Aydin, îşaret pê kir ku bi zorê xwestin jina ducanî ya ji bo hevdîtinê hatibû di cîhaza X-Rayê re derbas bibe û got ku, gardiyanan ji jina ducanî re gotiye 'madem wisa ye ji bo hevdîtinê neyên girtîgehê.' Aydin, anî ziman ku heqaret li malbatên ku tên hevdîtin tên krin û got ku, ji ber vê gengeşî çêdibin.