RIHA - Serokê Platforma Alîkariya Însanî ya Saziyên Civaka Sivîl a Rihayê Osman Gerem, anî ziman ku wan heta niha ji herêmên ku di bin banê OSO'yê de ne hezar û 149 TIR alîkarî şandiye û wiha got: "Di rojeva me de alîkariya ji bo Reqa û Tebqayê tune ye. Daxwaza me ewe ku 3 deriyên sînor ên li Rihayê bên vekirin."
Platformê Alîkariya Însanî ya Saziyên Civaka Sivîl a Rihayê ya ku 7 sal berê ji aliyê 60 saziyên civaka sivîl ên Rihayê hat avakirin, diyar kir ku wan heta niha hezar û 149 TIR alîkarî şandiye derveyî sînor, lê belê ji ber deriyên sînor girtîne alîkarî bi derengî dikevin. Serokê Platformê Osman Gerem, anî ziman ku wan berê bêhejmar alîkarî ji Helebê re şandine, lê belê ji ber nêzbûna meha Remezanê ew ê bêtir alîkariya penaberên li Rihayê ne bikin. Gerem, diyar kir ku wan heta niha ji bo sivîlên ji ber operasyona Reqayê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li herêmên ewle hatine bicihkirin tu alîkarî nekiriye û ji bo vê xebatên wan tune ne.
ALÎKARÎ JI HERÊMÊN OSO'YÊ RE TÊN ŞANDIN
Gerem, diyar kir ku ew alîkariyê dişînin herêmên ku di bin banê Artêşa Azad a Sûriyeyê (OSO) de ne û wiha got: "Mebesta me ew e ku em alîkariya birayên xwe yên sûriyeyî yên ku li welatê xwe ketine rewşeke muhaciriyê bikin. Pêşî me dişand 16 herêman; lê belê herêm kêm bûn. Dema me alîkariyên xwe dişandin, me Deriyê Sînor ê Oncupinarê, herêma Reyhanli û Atmeyê bi kar dianîn. Ji Bayirbûcakê bigirin heta Serêkaniyê, me alîkarî dişandin cihên ku pêdiviya wan pê hebû. Dema berê derî vekirîbû, me 29 TIR şandibûn Kobaniyê."
REQA, TEBQA NE DI ROJEVA WAN DE YE
Gerem, anî ziman ku wan li Rihayê ji bo Helebê kampanya dabû destpêkirin û wan di nav mehekê de 93 TIR alîkarî berhev kiriye û got ku, lê niha alîkariya ji bo sivîlên ku ji Reqa û Tebqayê reviyane ne di rojeva wan de ye. Gerem, diyar kir ku herêmên ku ew alîkarî ji wan re dişînin ew lîsteyên wan ên pêdiviyan werdigirin û piştî ku ew ewlehiya rê temam dikin, paşê alîkariyê dişînin. Gerem wiha axivî: "Di vî warî de dem bi dem em kampanyayên alîkariyê didin destpêkirin. Wek kampanyaya 'Haydê Riha Dem Dema Alîkariya Ji Bo Helebê Ye'. Me li Rihayê di mehekê de 93 TIR alîkarî berhev kir. Me ev alîkarî şandin cihê hewcedar."
‘TEMIYA ME EW E KU DERÎ VEBIN'
Gerem, ragihand ku ji ber deriyên sînor girtîne, niha ew tenê dikarin di deriyên vekirî re alîkariyan bişînin û got ku, wan herî dawî alîkarî ji Helebê re şandiye. Gerem wiha domand: "Temeniya me ew e ku deriyên Girê Spî, Serêkaniyê û Kobaniyê vebin. Heke derî vekirîbin ji bo me baştir e. Wê çaxê em dikarin lezgîntir alîkariyên xwe bişînin. Niha 3 deriyên sînor ên Rihayê girtî ne."