Wênekêşa Turfend wekî alava sûc hat nîşandan

COLEMÊRG - Di îdîanemeya der barê Rojnameger Nedîm Turfent hatiye amedekirin de, îfadeyên 25 şahidên nepen û aşkere jî cih digirin û parvekirinên medya civakî û wênekêşa di destê wî de wekî alavên sucdariyê hatine nîşandan.

Îdîaname ya der barê Rojnameger û nûçegîhanê DÎHA'yê Nedîm Turfent ê ku di 13'ê Gulana 2016'an de hat girtin de hat amadekirin. Îdianame ya ku ji aliyê Dozgeriya Colemêrgê ve hat amadekirin ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê ve hat qebûlkirin û dê danişîna dozê di 14'ê Hezîranê bê dîtin. Di îdianameya ku ji 27 rûpelan pêk tê, bi awayekî zêde behsa PKK û YPS'ê hatiye kirin. Der barê Turfent ê ku ji ber parvekirinên medyaya civakî û îfadeyên şahidên nepen tê darizandin tu delîl tûne ne.

25 ŞAHİDÊN NEPEN HENE

Di îdîanameya ku 25 şahidên nepen hene de, îfadeyên şahidên aşkere yên ku îfadeyên wan bi îşkenceyê hatiye stendin, lê paşê îfadeyên xwe bi paş ve kişandine hene. Di îfadeyên ku bi îşkenceyê hatine hilandin de DÎHA wek ajansa "Rêxistinê", Turfent jî bepirsiyarê ajansê yê Geverê hatiye nîşandan. Turfent ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Wanê li hucreyeke yekkesî tê ragirtin, bi îdiayên "Endamê rêxistinê" û "Probagandaya rêxistinê" tê tawanbarkirin. Her wiha wênekêşa ku di dema şopandina nûçeyan de li cihê pevçûnê di destê wî de bûye wek delîl hatiye nîşandin.

DOZA TURFENT DI 14'Ê HEZÎRANÊ DE YE

Nûçegihanê DÎHA'yê yê Geverê Nedîm Turfent di 13'ê gulana 2016'an de li têketina Wanê di wesayîtê de hate binçavkirin. Turfent beriya ku bê binçavkirin, li ser hin hesabên çapemeniya civakî bi kuştinê hatibû tehdîdkirin. Ewil ji Turfent agahî nehat girtin, di encama bihistiyariya raya giştî de hate gotin ku wî birine Geverê. Turfent bi îdiaya "endamê rêxistinê ye" di 13'ê gulana 2016'an de hate girtin. Nûçe û îfadeyên "şahidên nepen" ji bo girtinê delîl hatin nîşandan. Turfent ewil birin Girtîgeha Colemêrgê, pişt re jî birin Girtîgeha Tîpa T a Wanê.

Dê doza Turfent di 14'ê Hezîranê de li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê bê dîtin.