STENBOL - Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik têkîldarî nîqaşên li ser "Dê rêberê Na kî be" wiha got: "Kesê ku ji bo Na dê bibe namzet divê bibêje ger ku ez bêm hilbijartin sîstema serokdewletiyê rakim, meclîsekî sivîl ava bikim, ew meclîs jî dê qanûnenekî bingehîn a sivîn amade bike û bîbe referandumê piştî ku ji sedî 75 gel qebûl bike ez ê j peywira xwe îstifa bikim û veqetim."
Li Tirkiyeyê piştî referanduma "bi guman" a hat kirin niha ji bo hilbijartinê serokomariyê ya di 2019'an de nîqaş dest pê kir. Îlahiyatnas-Nivîskar Îhsan Elîaçik têkîldarî rewşa AKP'ê ya piştî referandumê wiha got: "AKP encamên ku derketin holê manuple kir û bi puanekî ve 'Erê' derxist. Gumaneke mezin çêbû. Ji hilbijartinên 1946'an zêdetir gumanek heye. Dîsa tu caran dê ev guman ji holê ranebe û bi dengekî kêm ve bê bibîranîn. Ya din jî ji bo guhertina qanûna bingehîn radeyeke 51-49 têrê nake.
Elîaçik nîqaşên wekî divî di hilbijartinên 2019'an de kî bibe rêber jî nirxand û got ku di dema pêşbaziya referandumê de rêberê eniya "Na" peyva "Na" bû û piştî ku eniya "Na" riyên qanûnî qedand divê namzetê xwe diyar bikeElîaçik da zanîn ku di dime kampanyaya "Na" de rêberekî diyar tunebû û wiha berdewam kir: "Di hilbijartinên 2019'an de ev dê ne wisa be. Namzetê ku bê pêşkêşkirin jî divê ne partiyî be û derveyî pêşbaziya hiziban, divê ji derveyî siyasetê be. Kesê ku bibe namzet jî divê vî daxwazê ji bo demeke qebûl bike. Dive namzet wiha bibêje: Ger ku ez bêm hilbijartin sîstema serokdewletiyê rakim, meclîsekî sivîl ava bikim, ew meclîs jî dê qanûnenekî bingehîn a sivîn amade bike û bîbe referandumê piştî ku ji sedî 75 gel qebûl bike ez ê j peywira xwe îstifa bikim û veqetim."
'AKP DÊ PARÇE BIBE'
Elîaçik diyar kir ku piştî referandumê AKP bi parçebûnê re rû bi rû ye hin AKP'iyên ku ji tiştên tênj iyankirin aciz in dikarin partiyekî ava bikin. Elîaçik wiha dirêjî da axaftina xwe: "Meral Akşener û Abdullah Gul dikarin partiyekî nû ava bikin." Elîaçik bilêv kir ku di encama vê yekê de dê dengên AKP'ê gelekî parçe bibe û ev ê jî bi xwe re demên koalîsyonan bine. Elîaçik wiha axivî: "Ez di pêşeroja Tirkiyeyê de koalîsyonan dibînim. Îhtîmal heye ku serokomar dîsa ji aliyê gel ve bê hilbijartin lê serokomar dê nikarebe meclîsê fesh bike, dadgeran tayîn bike, sîstemeke ku di navbera sîstema parlameteriyê û serokomariyê dê pêk bê."
'ERDOGAN DEMÊ DIRÊJ DIKE'
Elîaçak got ku dema mirovên oldar û muhafazakar ên ku AKP temsîl dike êdî tijî bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êdî dema ku ev mirov civaka Tirkiyeyê bi rêve bibin, hezineyê bi rêve bibin derbas bû. Ji 2011'an heta niha ev bi vî rengî ye. Êdî tiştekî ku ev bidin Tirkiyeyê nîne. Niha rêberê AKP'ê Erdogan ji ber sûcên şexsî pêvajoyê dirêj dike, ji bo neçe israr dike. Erdogan bi gotina 'ger ku ez biçim dê teqawîtbûnekî rehet na dê pêvajoyeke tarî ya bi dadagehan dest pê bike' û ji bo vê yekê jî di mayînê de israr dike. Rageşî ji ber vê yekê derdikeve. Bê guman dê dawiya dawî biçe jibilî vê rê nîne. Li şûna vê divê îktidarekî ku ji bo du serdeman hatiye hilbijartin bê, fikra min ev e." Elîaçik got ku rewşa Tirkiyeyê wekî Lîbya û Erebistanê rê nede rêveberiya yek zilam.
'AKP BI KAPÎTALÎZMÊ DESTMÊJÊ DIGIRE'
Elîaçik herî dawî jî wiha axivî: "Li cihanê li gorî lêkolînekî ku hatiye kirin li weyatên ku herî zêde 'ateîzm' zêde bûye Erebistan, Îran û Tirkiye ye. Li hersê welatan jî îktidarên olî hene. Dîsa siyaset û ol di nava hev de ye. li hersê welatan jî kadroyên ku dibêjin ji bo xwedê ji bo îslamê dixebitin hene. Ger ku îslam evqas bikeve bin bandora îktidarê encam durbuna mirovan ji îslamê ye. Bi dema AKP'ê re komkirina mal û milk û bi vî pesnê xwe dayînê dest pê kirin. Em ji bo vê dibêjin bi kapîtalîzmê re destmêj girtin. Îmam Xatîp û kursên Quranê hemû bêhn ketiye."