REQA - Jina bi navê Sewra Hemud El Hemdê ji ber cigare kişand ji aliyê DAÎŞ’ê ve hat girtin û 17 rojan hat îşkencekirin, dema keça wê ya 16 salî ji ber lixwekirina çarika reş red kir çawa li kolanê bi guleyekê hat qetilkirin û rojekî can kêşiyaye vegot û niha şîna keça xwe digire.
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ya li Tabqayê, bi qutbûna bendav û sê taxên mayî berdewam dike. Şervanên ku taxa Hey Ewwel a ku nêzî bendavê ye xistin bin kontrola xwe operasyonên li dijî taxên Hey Tanî û Salîs berdewam dike. Şervanên li navenda bajar dest bi paqijiyê kirine, li gelek avahiyên wekî nexweşxane, cebilxane, girtîgeh û navendên îşkenceyan xistin bin kontrole. Avahiya li taxa Muhacirê ye û DAÎŞ’ê wekî girtîgeh bi kar dianî şopên tarî li pey xwe hiştiye. Jina bi navê Sewra Hemud El Hemdê ya li girtîgeha ku jin jî lê hatine îşkencekirin me rojên îşkenceyê vegotin.
JI BER CIXARE KIŞAND HAT GIRTIN
Hemdê, ya 39 salî û dayîka 2 zarokan, diyar kir ku ew li taxa Muhacira Tabqayê dirûnin, hevjînê wê beriya 3 salan di bombebaranê de jiyana xwe ji dest daye û ji ber cîxare kişandiye ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatiye girtin û ew xistine girtîgehê. Hemdê, da zanîn ku avahiya ku beriya niha ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve wekî Maliyê dihat bikaranîn, DAÎŞ’ê kir girtîgeh û wiha got: “17 rojan ez di hucreya yekesî de mam. Tenê ji ber min cixare vexwar ez girtim. 17 rojan îşkence bimin kirin. Kesên rûyê wan girtî bûn li min xistin û qamçî li min xistin. Tiliyên min ên ku cixare girtin jî şikandin. Tiştên wiha bi min kirin êdî derûniya min xira bû. Li pêş çavên kurê min ê 6 salî ez îşkence kirim. Wiha kiribûn ku dema yekê biyanî nêzî min dibû kurê min digiriya.”
KEÇA WÊ YA 16 SALÎ BI GULEYEKÊ QETIL KIRIN
Hemdê, anî ziman ku dema piştî 17 rojan hat berdan derûniya wê xirabûbû û wiha pêde çû: “Kêm mabû dîn bibim. Ji ber ez di odeyek tarî de hatim ragirtim, min roj ne didît, piştî hatim berdan min zehmetî kişand. Zilma wan bi vê re sînordar nema. Xwestin bi zorê çarika reş li keça min Firyal a 16 salî bikin. Bi dehan caran min got keça min biçûke. Firyal jî ne dixwest li xwe bike lê guh nedan. Piştre rojekê li kolanê ji ber çarik li xwe nekiribû guleyek lê xistin. Min keça xwe di nava xwînê de anî malê. Destûr nedan ku bibin nexweşxaneyê yan cihekî din. Keça min bi vî awayî roja piştre saet di 7’an de, di nava nalînan de ma. Min ne karî alîkarî bidim keça xwe ya di nava xwînê de maye û saet di 7’an de çavê xwe li jiyanê girt. Min temaşeyî mirina keça xwe kir. Keça min hêjî biçû bû. Li pêş çavên mine w j imin girtin.”
‘EZ NÛ ŞÎNA KEÇA XWE DIGIRIM’
Hemdê, bi lêv kir ku wê nekarî şîna keça xwe jî bigire û wiha domand: “Piştî bajar hat rizgarkirin min karî ez bigirîm û min dest bi şîna keça xwe kir. Beriya 3 rojan ez çûm firina ku ji aliyê şervanan ve hatiye vekirin û min nan li gel belav kir. Min ji hemû kesê re got ez ji bo keça xwe dikim.”
‘TABQA AZADE BILA HEMÛ GEL BIBIN YEK’
Hemdê, li xwe kirina cilê re bi gotina “ez şîna keça xwe digirim” pênase kir û wiha axivî: “Xwedê vê zilmê dibîne. Min dizanî ku dê rojekê hesab bipirse. Ev zilamên qirêj jiyana me tevlî hev kirin. Dest dirêjî hemû tiştên me kirin. Lê êdî Tabqa azade bila hemû gelê me yê li vir dijî bibin yek. Bila êdî kesek me dîl negire û em bikarin xwe biparêzin.”
Nazim Daştan - dihaber