AMED - Hevşaredarên DBP’î yên ku bi biryara Walitiya Amedê rayeya wan hat desteserkirin diyar kirin ku, ew vê biryarê nasnakin û gotin ku şaredariyên ku gel bi vîna xwe ew stendina ne şîrket in û wê gel bersiva vê biryarê bide.
Meha îlonê heya îro ji hevşaredarên DBP’î 22 jê jin 45 hevşaredar hat girtin û 35 şaredarî ji bi qeyûmê hat desteserkirin. Ji bilî şaredariyên bi qeyumê hatin desteserkirin, piştî desteserkirina rayeya şaredariyên Xelfetî, Pirsûs û Hewaga Rihayê, Walitiya Amedê jî di 28’ê Mijdara 2016’an de biryar da û rayeya 12 şaredariyên Amedê jî desteser kirin û ew rayeya wan spart qeymeqamtiyan. Hevşaredarên 12 şaredariyên Amedê bi bertek in û hevşaredarên Licê, Peyas û Çinarê biryara ku hatî dayîn nirxandin.
‘JI DUBAREYA FÎLMAN TIŞTEK DERNAKEVE'
Hevşaredarê Peyasê Mehmet Alî Aydin anî ziman ku, desteserkirina rayeya şaredariyan biryareke siyasî ye û wiha axivî: “Şaredariyên ku bi qayyumê hatin desteserkirin vegerandine baregehê û êdî xizmetê ji gel re nakin. Ev kiryar û polîtîka jî wekî filma ye. Gelek caran ev film hatine temaşe kirin û ji dubareya wî ji tiştek dernakeve.”
'WÊ GEL BERSIVA VÊ BIRYARÊ BIDE'
Aydin da zanîn ku, 300 hezar hilbijêrên şaredariya Peyasê hene û got, bi biryara ku hat dayîn bi riya îhaleyê karker bi destûra qeymaqamê navçeyê tên girtin. Aydin diyar kir ku, şaredariyên hatin desteserkirin êdî nikarin xizmeta xwe bimeşînin û wiha berdewam kir: “Nerazîbûnên me yên huquqî dê dest pê bikin. Em ê alîkariyê ji Baroya Amedê jî bixwazin. Tu kes vê biryar û nêzîkbûna şaredariyan a bi vî awayî qebûl nake. Gel dê bersivê bide van biryaran. Em ê bi ser bikevin.”
ŞAREDARÎ NE ŞÎRKETÊN CEMAETÊ NE
Hevşaredarê Çinarê Ahmet Cengîz bi bîr xist ku, rayeya şaredariyên Çermîk û Çunguşê yên AKP’yî ne hatine desteser kirin û got ev biryar tunekirina şaredariyên DBP’î ye. Cengîz anî ziman ku, bi OHAL’ê re vîna gel tê binpêkirin û wiha axaftina xwe domand: “Li hemberî vê biryarê em ê tevî gelê xwe li ber xwe bidin. Şaredarî ne şîrketên cemaatê ne ku qeyûmê desteser bikin. Şaredarî ew sazî ne ku, bi vîna gel hatine standin.”
ZÛGÛRLÛ: GEL EM HILBIJARTINE Û EM Ê LI CEM GELÊ XWE BIN
Hevşaredara Licê Rezan Zûgûrlû jî dest nîşan kir ku, ew biryarê nasnakin û got ku ew dê li gel biryarê jî xizmetên xwe bidin meşandin. Zugûrlû anî ziman ku hevşaredar ne karmendê dewletê ne û wiha domand: “Bi biryarê re zordestiyên li ser şaredariyan dest pê kir. Biryarên meclîsa şaredariyê jî nayê qebûl kirin. Çi dibe bila bibe em li ser karê xwe ne. Em vê kiryar û polîtîkayê qebûl nakin. Gel me bijartiye û em jî bi gelê xwe re ne. Em ê li ser riya xwe bimeşin û li hemberî biryarê jî sekna xwe bidomînin.”