NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên navçeya Kelarê êrîşên Tirkiye ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û anîn ziman ku PDK rê li pêşiya êrîşên Tirkiye ya li ser Başûrê Kurdistanê vedike.
Welatiyên kalerê bertek nîşanî helwesta PDK'ê ya têkildarî Tirkiye dan û xwestin PDK helwesta xwe biguherîne. Li gorî nûçeya Berhem Letif a ROJnewsê êrîşên balafirên şer yên TSK'ê ên li ser Qendîl û xaka Başûrê Kurdistanê dibe sedama nerazîbûnên çîn û pêkhateyên Başûrê Kurdistanê. Welatiyên navçeya Kelar a ser bi herêma Germiyanê ji ROJnewsê re axivîn û êrîşên Dewleta Tirk ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. Ciwanê binavê Araz Zûrab diyar kir ku êrîşên balafirên şer yên Dewleta Tirk yên li ser Qendîl û xaka Başûrê Kurdistanê ji ber rêvekirin û alikariya hizbên Başûrê Kurdistanê bi taybetî bi rêya herêma Zer ev êrîşane pêk tên û got ku ev jî bû rêvekirinek ji bo çeteyên Tirk. Araz Zûrab ev jî got: "Berê jî min gelek caran ev yek gotiye. Piştî her bombardûmanekê nagihe 24 saeta, binemala Barzanî digehîje Tirkiyê. Wêca ez nizanm ji bo destxweşiyê ye, yan jî ji bo gilî kirinê ye. Diyare ji bo destxweşî kirinêye ji ber ku bombardûman berdewam dikin." Araz Zûrab di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku eger partiyên siyasî û gelê Başûr li hemberî bombardûmanên Binarê Qendîlê bêdeng be, ne dûre ku Dewleta Tirk sibe Silêmanî û Xaneqînê jî bombardûman bike.
TEYARÊN TSK'Ê SIVÎLAN DIKUJE
Welatî Eyad Mihemd jî xwest aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Başûr bibin xwedî helwest û wiha got: "Dewleta Tirk bi hinceta PKK'ê Binarê Qendîlê bombardûman dike. Lê em dibînin ku di van bombardûman de welatiyên sivîl dibin qûrbanî. Ji ber wê divê aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê dest ji pirsgirêkên xwe yên navxweyî berdin û helwestek cidî nîşanî van bombarbûman bidin." Eyad Mihemed ev jî got: " PDK rê li ber êrîşên Dewleta Tirk yên li ser Başûrê Kurdistanê vedike. Hêz jî anîne Herêma Kurdistanê û gelek navend û baregehên wan li vir hene. Ev jî dibe sedem ku rê ji dewleta Tirk re vekirî be û dewleta Tirk li gorî daxwaza xwe xaka Herêma Kurdistanê topbaran bike û welatiyên sivil bibin qûrbanî."
'TIRKIYE JI BER ŞIKESTINA XWE ÊRÎŞÎ QANDÎLÊ DIKE'
Endamê Meclîsa Tevgera Azadî ya civaka Kurdistanê yê Herêma Germiyanê Cotyar Hesen jî, li ser armanca êrîşên Tirkiye ya li ser Başûrê Kurdistanê axivî û got: "Dewleta Tirk ji ber şkestinên xwe êrîşî gundên Binarê Qendîlê û navçeya Amêdiyê dike. Dewleta Tirk îro bê hêvî bûye ku DAIŞ sînorê dewleta Tirk biparêze. Ewa ku em dibînin bêhêvîbûna dewleta Tirk a ji hevpeymanên wê yên wek DAIŞ û PDK'ê ye. Nekarîn ew planên ku Dewleta Tirk kirî armanc bi hevre ji bo wan bicihbînin. Ji ber wê îro Tirkiye bi xwe tê û raste rast sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê derbaz dike. Armanca dewleta Tirk têkbirina hemû Kurdên bi fikir û siyaseta xwe li ser piyan rawestayîne û armanca wê ne ew Kurdên îro xizmeta siyaseta AKP'ê dike ye. Ji ber wê pêwiste helwesta aliyên siyasî ne tenê helweste li ser ragihandinê be. Divê weke Rojavayê Kurdistanê li dijî bombardomanên dewleta Tirk helwest nîşan bidin. Ji ber ku piraniya welatên cîhanê li dijî siyaseta dewleta Tirk rawestayîne."