NAVENDA NÛÇEYAN - Îktidara AKP'ê hewl dide ku li Wanê Kirgizan bi cih bike. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê dan û diyar kirin ku bi cihkirina penaberan a li ser vê axê dê çand û demografiya bajaran biguherîne.
Hikûmeta AKP'ê koçber û penaberên ku ji herêmên Ozbekîstan, Kirgizîstan Afganîstan û Çeçenistanê tên Tirkiye li Wanê bi cih dike û dixwaze nexşe û demografiya herêma Kurdistanê xera bike. AKP'ê bi hezaran penaberên afgan, çerkes, Ozbek û kirgiz li Wan, Bedlîs, Erzîngan û bajarên Kurdistanê bi cih kirin. Hat diyar kirin ku bi hezaran Kirgiz li Gundê Ulupamir ê Navçeya Erdîşa Wanê bi cih kirin. Hat diyar kirin ku demek berê nêzî 250 penaberên Ukrayna yên Tirkên Gergavuz li Adîlcewaza Bedlîsê bi cih kirin. Li Erzînganê jî Tirkên Ahiska bi cih kirin. Hat destnişan kirin ku AKP’ê 15 roj berê gelek malbatên Kirgiz li gundê Ulupamir ê Navçeya Erdîşa Wanê bi cih kirine. Pişti Cîgirê Serokwezîr Veysi Kaynak meha bori got "3 milyon penaberên li Îranê dixwazin bên Tirkiye, penaber hatin Tirkiye. 150 penaberên afgan di bin kontrola dewletê de li Wanê hatin bicih kirin. Di sala 2016’an de li Agirî û Îdirê 30 hezar penaber hatin bicih kirin. Tê diyar kirin ku AKP lîstika penaberan a li dijî Ewropa bikar tîne dixwaze li Kurdistanê li dijî kurdan jî bikar bîne.
Di sala 1930'an de jî piştî îsyana Agiriyê û komkujiya Geliyê Zîlan a Erdîşa Wanê bi hezaran penaberê Kirgiz hatibûn bicih kirin.