ÎZMÎR - Dildarên xwezayê yên li Degîrmen Yani Çîftligî hatine cem hev şexsar ji jiyana bjar qut dikin û dê ehwl bidin ku jiyana xwe wekî "qebîle" zindî bikin. Hedefa wan jî ew e ku dixwazin wekî gundê xweser û komunist ê Marînaledaya li Îspanyayê bibin.
Li gundê Beyler a bi ser navçeya Seferîh3isar a Îzmîrê di gulana 2015'an de "Degîrmen Yani Çîftligî" ya bi gotina "Em hilberîna xwe xerc bikin" ve ji aliyê dildarên xwezayê ve hat avakirin armanca wan ew e ku kesan ji jiyana bajaran a herî dur bixin û vegerin jiyana qabîleyan. Cihê ku li ser 20 donim erazî hatiye avakirin li dora darekî zeytûnê ya hezar salî bi teknolojiyekî kêm û pereyekî kêm jiyana xwezayî hat înşakirin.
Kayhan Ugur ê ku çewlîk bi hevalên xwe re înşa kirine li vir mêvan û kesên mereq dikin qet kêm nabin. Kesên ku ji welatên cuda yên cihanê tên vir û dixwazin jiyana xwazayî bijîn têk kulubayên textîn û konan de dimînin.
'BI AŞÊ AVÊ CERYANÊ HILDIBERÎNIN'
Ceryana Degîrmen Yani niha bi panelên rojê tên bidestxistin di rojên pêş de dê ji aşê avê ya li ser çemê Kavakê ya li qiraxa Degîrmen Yani derbas dibe hilberînin. Pêdiviya avê ya Degîrmen Yani jî ji çavkaniyên avê yên çiya tên bicihanîn.
Kayhan Ugur destnîşan kir ku Masanobu Fukuoda yê japonî û Ruth Stout bandr li wan kiriye û xeyala wan a herî mezin jî ew e ku dixwazin xwe wekî gundê xweser û komunist a bi navê Marinaleda ya bi ser bajarê Sevîla ya girêdayî Herêma Xweser a Endulusê ya Îspanyayê ava bikin.
'BEYÎ KU BIÇIN BAZARÊ BIJÎN'
Kesên dildar ên ku tên Degîrmen Yani ji jiyana ekolojîk heta di jiyana kovî de cih çêkirinê tecrubeyan digire. Tiştên ku li bostan tê hilberandin jî ji aliyê dildarên Degîrmen Yani tên bikaranîn. Ugur ê gotina "em tiştên ku hildiberînin xerc bikin" bi kar anî wiha got: "Armanca me ew e ku em ji vir bêyî ku biçin bazarê bi derfetên xwe ve bijîn. Bi pereyekî kêm dê çawa miroj bijî em vî dixwazin."
'NEXWEŞÎ BI RIYÊN XWEZAYÎ TÊN DERMANKIRIN'
Li vir qet tu berhemên kîmyewî yan jî derman nayên bikaranîn. Li bostan tenê zibila bizinan tê bikaranîn nexweşiyên nebatan jî bi dermanên ku bi îsotê tê çêkirin tên dermankirin. Behokên ku zirarê didin jî bi lewente, kulîlka latîn ve ji qadên jiyanê tên durxistin. Ugur anî ziman ku ew hefteyê sê caran bi ava çekê Kavakê bostanê xwe av didin. Ugur da zanîn ku axa vê derê zuwaye û ev agahî da: "Me axa vê derê 50 santîm kolandiye. Piştre jî zibila bizinan û piştî wî jî mîlên ji çem û pêlên li derûdorê tevlîhev kir xist vê derê. Bi vî rengî dikarin axê biçinin. Lê ji ber ku ax zuwa ye divê her time m komposto çêbikin."
'BANÊN KU DIJÎN'
Kulubeyên textîn ên Degîrmen Yani hatine çêkirin li gorî germ û sarê hatine eyarkirin. Ugur der barê kulubeyên ku çêdikin de jî wiha got: "Kirêc, xîz, herî, ax û avê tevlîhev dikin û li derveyî kulubeyên dikin bi vî rengî me îzolasyona germê pêk anî. Li banê kulubeyan jî bi axê me qadek çêkir. Li wir jî tiştan diçînin. Ji ber vê yekê jî em banên kulubeyên xwe wekî banên dijîn bi nav dikin. Xwarina xwe jî em li ser tifikên ku ji heriyê çêkiriye bi agirê daran çêdikin."
Ugur got ku Degîrmen Yani bi awayekî kolektîf hatiye înşakirin, cihê ku ew lêne rewşa wî ya bûna gundekî komun jî dê di pêşerojê de zelal bibe. Ugur bilêv kir ku ji bo jiyana kovî wan tedbîrên ewlehiyê negirtine û wiha axivî: "Ji ber ku miro sewalat ditirsînin, sewal zirarê nadin mirovan tenê direvin." Ugur ê ku gotina "em dixwazin şex ji jiyana bajar qut bikin" bi kar anî herî dawî jî wiha got: "Ez bawer dikim ku mirov dikarin vegerin jiyana qabîleyê. Ez hewl didim ku li vir qabîleyê ava bikim. Lê hema jî nayê avakirin. Tişta ku em li vir dikin bêîtaatiya sivîl e."