STENBOL - Dadgehê ji ber nûçeya "Ji pîvazê jî MÎT derket" li nûçegîhana Rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun 10 meh ceza birî.
Rûniştina doza rojnameger û Nûçegîhana Rojnameya Cumhuriyetê Canan Coşkun, li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Stenbolê hat dîtin. Serdozgerê Komarê li rojnameger Coşkun ji ber nûçeya "Ji pîvazê jî MÎT derket" ji xala 301'an doz vekir. Doz li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza hat dîtin. Parêzerê Coşkun di rûniştinê de amade bû. Nûnerê RSF'ê yê Tirkiye Erol Onderoglu û hin rojnamegerên din jî doz şopandin. Di runiştina dozê de Coşkun parastina berê dubare kir. Parêzerê Coşkun Abbas Yalçın jî parastin kir û diyar kir ku nûçe ne mijara sûc e. Dozger jî xwest Coşkun bê cezakirin. Piştî navberê heyeta dadgehê biryar da û bi îdîaya "Leşker û polîsên dewletê biçûk xistiye" li Coşkûn 10 meh cezayê girtîgehê birî.