STENBOL - Emîne Bozkurt ku bi xweşka xwe ya li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê Gurbet Oztur re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku zext û binpêkirinên mafan ên li dijî girityan zêde bûne û wiha got: “Ji ber girtiyan lêgerîna tazî redkirin gardiyanan bi kerpetenan cilên wan qetandine.”
Girtiya bi navê Gurbet Ozturk a li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dibîne binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ji xwişka xwe Emîne Bozkurt a çû hevdîtinê re vegot. Bozkurt binpêkirinên mafan ên li girtîgehê vegot. Bozkurt da zanîn li girtîgehê bi xwişka wê re 17 girtiyên siyasî dimînin, ji ber hêjmara wan kême bi zextên cidî re rû bi rû ne.
Bozkurt, anî ziman ku ji ber girtî ketibûn greva birçîbûnê rewşa wan a tendirûstî ne başe û wiha got: “Dema dixwazin biçin cem bijîşk wan nabin. Dema dew dixwazin dibêjin ‘hûn terorîstin’ û nadin. Dibêjin ‘em ê we hêdî hêdî bikujin. Emê merhemet nîşanî terorîstan nedin’. Gelek heval xwîna wan kême û ji ser hişê xwe diçin. Di vê rewşê de jî nabin gel bijîşk. Hem îşkenceya fîzîkî hem jî ya derûnîş li ser girityan didin meşandin. Girityên jin ji ber lêgerîna tazî redkirine gardiyanan bi kerpetenan cilên wan qetandine. Hecreyên girtiyên jin 24 saetan bi kamereyan tê şopandin. Girtî nikarin razên, bikevin serşokê û nikarin cilên xwe jî biguherin.”
'DENGÊ ME BIBÎHÎZIN’
Bozkurt, destnîşan kir ku xwişka wê xwestiye ku tiştên tên jiyîn hemû cîhan bibihîze û wiha axivî: “Xwişka min bertekên xwe bi gotina ‘Li tu deverê bêdadiyek wiha tune ye. Em jî mirovin, ji bom af û zimanê xwe têdikoşin. Gelek tişt hatine qedexekirin. Bifikirin di nava malê de 24 saetan bi kamereyan tê şopandin. Hûn nikarin birazên, xwarin bixwin û cilên xwe biguherin. Ev mirovahiyek çawa ye bêdadiyek çawaye’ anî ziman û xwestin gelê kurd dengê wan bibihîze.”
Bozkurt, bi lêv kir ku wekî malbat dema diçin girtîgehê gardiyan li ser wan qêr dikin, heqaretê li wan dikin û heta goreyên wan jî ji linge wan dikin.
Derbarê mijarê de me li girtîgehê geriya lê gotin ew agahiyan nadin û telefon girtin.