SÊRT - Hevşaredara Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemir hat binçavkirin.
Hevşaredara Sêrtê ya ji peywirê hatibû girtin, Belkiza Beştaş Epozdemir, li mala xwe ya Sêrtê hat binçavkirin. Sedema binçavkirina Epozdemir nehat zanîn û ew birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê.
Di 17'ê mijdarê de qeyûm tayînî şaredariya Sêrtê ya DBP'ê hatibû kirin. Hevşaredarên Sêrtê Tuncer Bakırhan û Belkıza Beştaş Epozdemir ji peywirê hatin dûrxistin.