STENBOL - Rûniştina 5 rojnamegerên ji doza Rojnameya Ozgur Gundem a hat girtin dihatin darizandin li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat ditin. Dozger ji 5 rojnamegeran bi giştî 46 sal veza xwest.
Rûniştina 5 rojnamegerên ji doza Rojnameya Ozgur Gundemê dihatin darizandin li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê berdewam kir. Rojnameger Ayşe Duzkan, Huseyin Aykol, Mehmet Alî Çelebî û Ragıp Duran ku ji ber beşdarî "Nobeta Gerînendeya Giştî ya Weşanê" bûn û doz li wan hat vekirin, rûniştina doza wan li 13'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê hat dîtin. Parêzere rojnameeran Ozcan Kiliç û Fikret İlkiz di rûniştina dozê de amade bûn. Nûnerê RSF'ê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu û hin rojnameger jî beşdarî rûniştina dozê bûn. Di rûniştina dozê de dozger ji Gerînendeyê Giştî yê berê Huseyin Aykol heta 13 salan ji Ragıp Duran, Mehmet Ali Çelebi, Huseyin Bektaş û Ayşe Duzkan jî ji bo her kesekî-ê heta 7 salan ceza xwest. Dozger ji tevan heta 46 salan cezayê girtîgehê xwest.
Dadgehê rûniştina dozê taloqî 21'e heziranê kir.