Rojnameger Guldem beraet kir

MÊRDÎN - Rojnameger û nûçegîhanê dîhaberê Bilal Guldem li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê derket pêşberî dadger. Heyeta dadgehê der barê Bîlal Guldem de biryara beraetê da.

Rûniştina doza Rojnameger û Nûçegîhanê dîhaberê Bilal Guldem li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê hat dîtin. Guldem û parêzerên xwe beşdarî rûniştina dozê bûn. Guldem, di rûniştina dozê de mafê axaftinê girt û beraeta xwe xwe xwest. Prz. Resul Tamur jî parastina berê dubare kir û beraeta Guldem xwest. Heyeta dadgehê ji pişti navberê der barê Guldem de biryara beraetê da.

BORIYA DOZÊ:

Bîlal Gulden di dema dorpêça li Nisêbîna Mêrdînê de nûçe dişopand di 24'ê nîsanê de hatin girtin û di 30'ê hezîranê de hat berdan, bi hinceta "endamê rêxistinê ye" û "propagandaya rêxistinê kiriye" derbarê wî de doz hatibû vekirin. 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ceza xwestibû. Dozger xwest ku Guldem ne ji ber "endamtiya rêxistinê" ji ber parvekirinên wî yên li ser tora civakî bi "propagandaya rêxistinê" bê cezakirin. Heyeta dadgehê biryara beraeta Guldem a ji ber "endamê rêsitinê ye" da û ji ber parvekirinên wî yên li ser tora civakî bi hinceta "propagandaya rêxistinê kiriye" 2 sal û 3 meh cezayê girtîgehê birî. Parezerê Guldem biryar bir temîzê û doz îro dîsa li Mêrdîne hat dîtin. Heyeta dadgehê herî dawî biryara beraetê da.