Di konan de têkoşîna jiyanê didin

WAN - Malbata Muhammed a ku ji 7 kesan pêk tê û ji ber şerê Sûriyeyê reviyane hatine Wanê, ji ber sarbûna hewayê di kona ku li nava taxê vedane de têkoşîna jiyanê didin.

Malbata Muhammed a ku ji 7 kesan pêk tê û ji ber şerê Sûriyeyê reviyane hatine Wanê, di konê li taxa Karşiyaka ya Rêya Armûşê vedaye de têkoşîna jiyanê didin. Malbata ku bi sobeya di konê de danîne xwe ji sermayê diparêzin, ji niha ve dihizirin ku dê xwe çawa ji berfa bibare biparêzin. Fatma Muhammed (55) bi du zarokên xwe re li konê dibine û hevjînê wê û zarokên wê yên 10 û 15 salî li navenda bajar pêlavan boyax dikin û paletiya dikin, bi vî rengî debara xwe dikin.

DÊ ZIVISTANÊ DI KONÊ DE DERBAS BIKIN

Fatma Muhammed da zanîn ku hewa her ku diçe sartir dibe, gelek hewcehiyên wan ji aliye cîranên wan ve tên pêşwazîkirin û wiha got: “Ji bo em malekê ji xwe re bigirin pereyê me tüneye. Ji ber sarbûna hewayê herdu zarokên min nexweş ketine. Em li benda destê alîkariyê ne. Em mecbur man k udi konê de bimînin. Lê kon her ku diçe sartir dibe. Dema zivistan bê em ê çibikin nizanim. Darên ku em bi şewitînin jî tune ne. Niha em qirşikan ji kolanan kom dikin û dişewitînin em ê çibikin nizanim. Zarokên min ji sermayê pir bandor dibin. Dibe ku di zivistanê de em biqerisin.”


‘EM DEQEYEKÊ JÎ NE SEKININ’

Muhammed, anî ziman ku ew ji Helebê koçber bûne, ger şer li wir bi dawî bibe ew ê bizivirin welatê xwe û wiha axivî: “Em ne bi daxwaza xwe ji welatê xwe derketin. Înşaleh ger şer bi dawî bibe em ê vergerin û ji vê îşkenceyê rizgar bibin. Me jî nedixwest di şertên wiha de li welatek biyanî bimînin. Lê em mecbur man. Ji bo şer bi dawî bibe ez her roj dua dikim. Çiqas di rewşek xirab de be jî piştî şer bi dawî bû em ê deqeyekê jî ne sekinin û vegerin.”