MÊRSÎN - Dosyaya 50 kesên ku di nava wan de Hevserokê HDP’ê yê Mêrîsê Sadun Dogan û Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu jî hene ya ji dozger re vegerandin, ji nûve hat amadekirin û ji 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran re hat şandin.
Li Mêrsînê di çarçoveya operasyona 24’ê Kanûna 2016’an a li dijî HDP, DBP û Şaredariya Akdenîzê ya qeyûn hatiye tayînkirin de 50 kesên di nava wan de Hevserokê HDP’ê yê Mêrsînê Sadun Dogan, Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu, nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK’ê hatiye girtin Berîvan Altan û Ergîn Çaglar hatibûn binçavkirin û îdîanameya derbarê wan de hat amadekirin. Îdîanameya ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Mêrsînê Îhsan Dogaan ve ji nûve hat amadekirin, ji 7’emîn Dadgeha Cezayê Giran a mêrsînê re hat şandin. Tê payîn ku heyeta dadgehê di nava 15 rojan de derbarê dosyayê de biryara bike û biryara veşartî ya li ser dosyayê didome.
ÇI BÛBÛ?
Li Mêsînê di operasyona 24’ê Kanûna 2016’an a li dijî HDP’ê hat pêkanîn de 153 kes hatibûn binçavkirin û ji vana 72 kes hatibûn giritn. Serdozgerê Komarê Îhsan Dogan, derbarê kesên di operasyonan de hatine binçavkirin de 3 îdîanameyên cuda amade kirinûn û di îdîanameyên hatibûn amadekirin û îdîanameya derbarê 29 kes jê girtî 45 kesan hatibû amadekirin ji aliyê dagehê ve hatibû qebûlkirin. Du îdîanameyên derbarê 85 kesên 43 jê girtî û di nava wan de Hevserokê HDP’ê yê Mêrsînê Sadun Dogan û Hevşaredara Akdenîzê Yuksel Mutlu jî heye ji aliyê dadgehê ve bi hinceta “sûcê li ser kesan rastiya wê tuneye” paşde hat vegerandin û ji bo 20 kesan biryara bêşopandinê da. Piştî îdîanameya dosyayê ya ku biryara veşartî li ser heye paşde hat vegerandin û serlêdana Serdozgerê Komarê Îhsan Dogan a li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat redkirin dosya ji dozger re carekdin hatibû şandin.