ŞIRNEX - Li navçeya Sîlopyayê ya Şirnexê polîsan bi maşîna zirxî li malekê xistibû û 2 zarokên birayên hev di malê de kuştibûn. Polîsê ajokar ê bersûc hat girtin.
Li taxa Karşiyaka ya navçeya Sîlopya ya Şirnexê, polisan bi maşîneya zirxî di 3'ê Gulanê de li malekê xist û 2 zarokên birayên hev kuştin. Zarokê 7 salî Muhammet û yê 6 salî Furkan Yıldirim li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dabûn. Ajokarê panzêrê yên zarok di malê de kuştin hatin girtin.