Greva piştgiriyê ya ji bo Gulmen û Ozakça di roja 5’emîn de ye

STENBOL - Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça li Kadikoyê hatiye di roja 5’emîn de ji aliyê Asli Odman ve dewr hat giritn. Odman diyar kir ku ji bilî deng dayîna dengê wan tiştek ji destê wan nehat.


Çalakiya greva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Guşlmen û mamoste Semîh Ozakça ku li ser Kolna Yuksela Enqereyê dabûn destpêkirin di roja 62’yemîn de didome. Çalakiya greva birçîbûnê ya ku akademîsyenan ji bo piştgiriyê li Kadikoyê dabûn destpêkirin di roja 5’emîn de berdewam dike. Di roja 5’emîn de zanyara civakî û endama Meclîsa Ewlehiya Kar û Tendirûstiya Kar a Stenbolê (İSİGM) Asli Odman dewr girt.

‘VIR BÛ QADA FORUMÊ’

Odman, da zanîn ku Gulmen û Ozakça jiyana birûmet bi greva birçîbûnê diparêzin û wiha got: “Ji bilî deng dayîna dengê wan tiştek ji destê me nehat. Me daweta wan ji me rica kiribûn girt. Vir vegeriyaye qada forumê. Gelek xwendekar tên vir. Pirtûkên jê hez dikin ji me re tînin. Em nîqaşên çawa bi KHK û OHAL’ê şer dikin û piştevaniyê çawa ava bikin bi wan re parve dikin. Ev roj ji bom in gelek taybete.”

Sibê dê endama MYK’ê ya HDP’ê Beyaz Ustun grevê dewr bigire.