Li dijî HDP'ê operasyona binçavkirinê

NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên girêdayî TEM'ê li Stenbol, Manîsa û Îdirê bi ser gelek malên rêveberên HDP'ê de girtin û nêzî 100 endam û rêveberên HDP'ê binçav kirin.

Polîsên TEM'ê li Manîsa, Stenbol û Îdîrê bi ser gelek malên endam û rêveberên HDP'ê de girtin û nêzî 100 kes binçav kirin.

STENBOL

Yekineyên polisan ên TEM'ê di saetên serê sibê de b ser gelek mal û navnîşanên endam û rêveberên HDP'ê de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 10 kes binçav kirin û birin Midûriyeta Polîsan a Kolana Vatanê.

ÎDÎR

Yekîneyên Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê jî di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de Hevserokê HDP'ê yê Îdirê Hasan Safa û endamê meclîsa bajar a Îdirê jî di navde 14 kes hatin binçavkirin. 14 kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan a Îdirê.

MANÎSA

Di operasyona li Salîhliyê li dijî endam û rêveberên HDP’ê hat pêkanîn de 20 kes hatin binçavkirin. Li navçeya Salîhliya Manîsayê di saetên serê sibê de li dijî endam û rêveberên HDP’ê operasyonek hat lidarxistin. Di operasyona polîsên tevgera taybet û TEM’ê tevlîbûn de nêzî 20 kesan hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Polîsan a TEM’ê ya Salîhliyê.

RIHA

Li navçeya Wêranşarê ya Rihayê jî polîs û leşkeran bi ser gelek gundan de girt. Di serdegirtina malan de 20 kes hatin binçavkirin. Polîsan bi ser mala sersaxiya endamê YPG'ê Dogan Kudin ku li Tebqa jiyana xwe ji dest da de jî girtin. Polisan pismamê Dogan Kudîn Bilal û Yaşar Kudîn jî binçav kirin. Navê 18 kesên hatin binçavkirin nehat zanîn.