Ji Beşaslanê ber bi Harîmê ve derbasbûna selefiyan!

HATAY - Li Reyhanliya ku rêgeha komên selefî ya derbasbûyîna Sûriyeyê ye, piştî dîwarê li ser sînor hat çêkirin çavkanî diyar dikin ku, derbasbûyîn ji gundê Beşaslanê di Bajaroka Herîmê ve pêk tên û îdia dikin ku, fermandarên qereqolên li herêmê hay ji derbasbûyînan hene û bandora fermandarên qereqolê wiha anîn ziman:"Fermandarên qereqolê bûn lord."

Ji sînorên Tirkiyeyê beşdarbûyîna ji bo komên selefî yên Sûriyeyê didomin û tê diyarkirin ku, ew dîwarên ku Tirkiye li ser sînor avakirin û îdia kir ku ji bo astengkirina derbasbûyîna ye, ji bo derbasbûyîna komên selefî ne asteng in. Li gor agahiyên herêmî tê diyarkirin ku, di ser gundê Beşalanê re gelek selefî derbasî Îdlîbê dibin û tê îdiakirin ku, Qereqola Beşalanê hay ji van derbasbûyîna selefiyan heye. Tê îfadekirin ku, derbasbûyîn ji aliyê kesên qaçaxçî ve pêk tên û tê derpêşkirin ku, ev kes di warê derbasbûyînên qaçax de ên ji bo Tirkiyeyê bibandor in.

‘FERMANDARÊN QEREQOLÊ BÛN LORD'

Çavkanî diyar dikin ku, derbasbûyînên li herêmê bi piranî ji bo beşdarbûyîna El Nûsrayê pêk tên û hat ragihandin ku, derbasbûyîn ber bi Bajaroka Herîmê ya girêdayî Îdlîbê ye pêk tên, ku ev herêm di bin venêrîna El Nûsra û komên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) de ye. Çavkaniyên herêmê diyar dikin ku, hayê fermandarên Qereqola Beşaslanê ji van derbasbûyîna heye û derbasbûyîn bi pereyan pêk tê. Qezenca van derbasbûyîna wiha hat îfadekirin:"Li vir bi saya van derbasbûyîna qaçaxçî û fermandarên qereqolê bûn lord." Hat diyarkirin ku, pêlikan dispêrin dîwarên li ser sînor pêk hatine û bi vî awayî derbasbûyîn pêk tên û tê destnîşankirin ku, li ber van derbasbûyînan leşker xwe li nedîtiyê datînin.

‘LI REYHANLIYÊ MALÊ HUCREYÎ YÊN HER KESÎ HENE'

Çavkaniyên diyar kirin ku, kesên di ser gundê Beşalanê re derbasî Bajaroka Herîmê dibin , tevlî El Nûsrayê dibin û tînin ziman ku, derbasbûyîn tenê bi kesên ji derve tên ne bi sînor e, her wiha xwecihên Reyhanliyê û sûriyeyiyên li Reyhanliyê dijîn jî derbas dibin. Çavkaniyên herêmî yên diyar kirin ku, li Reyhanliyê hema bêje malên hucreyî yên hemû komên selefiyan hene û îdia dikin ku, li Taxa Bayirê sala çûyîn komên selefî malek girtine û li vê malê faaliyetên xwe didomînin. Çavkaniyan diyar kir ku, ev mal wek îbadetxane û cihê sohbetê tê bikarnîn û tînin ziman ku, kesên bi navê Şaban. D., Mahmût A., Îbrahîm Ş. li Reyhanliyê dijiyan û tim diçûn vê malê û paşê tevlî El Nûsrayê bûne. Hat zanîn ku, Îbrahîm Ş. di demeke nêz de dema xwest wer Tirkiyeyê hatibû binçavkirin û niha bi tawanbariya "Endamtiya DAIŞ'ê" tê ragirtin.

BI RIHETÎ TEVDIGERIN

Dîsa çavkaniyan diyar kir ku, gelek ciwanên sûriyeyî jî diçin heman malê û dest nîşan kirin ku, kesên bi mebesta îbadet û sohbetê tên û diçin, kesên nû ne. Çavkaniyan diyar kir ku, yê ku ewil ev mal girtiye kesê bi navê Osman V. ye û radigihînin, Osman V. ew kes e ku, ewil derbasbûyînên li gundê Beşalanê organîze dike. Çavkaniyan diyar kir ku, Osman V. berê li herêma Îdlîbê zêdeyî salekê faaliyet meşandine û pişt re dubare vegeriyaye Reyhanliyê û her wiha dawiyê jî di ser Kilîsê re derbasî El Raiyeyê bûye û li wir faaliyetên xwe didomîne. Çavkanî diyar dikin ku, hema bêje têkiliya Osman V. bi ehr rêxistinê re heye û tînin ziman ku, dema di sînorê Kilîsê re derbas dibe tê binçavkirin û dawiyê serbest tê berdan. Her wiha tê îdiakirin ku, Osman V. niha jî li Stenbolê ji bo kesan tevlî El Nûsrayê bike faaliyetan dimeşîne.