Tekane delîl qotik, şûşe û îskan e: 13 muebet 179 sal ceza

AMED - Li Farqînê li 4 kesên ku di 2015'an de bi îdiaya bûne sedema mirina 3 jê leşker 4 kesan bi temamî 13 caran cezayê muebetê û 179 sal jî ceza hate birîn. Di dozê de tekane delîl şopên ji qotik, şûşeya avê, îskan û poşetê derketiye ye.

Li navçeya Farqînê ya Amedê di 2015'an de di encama du çalakiyên cuda ya li hemberî binefser Tolga Topçuoglu û çawîşên pispor Sînan Çuna û Mehmet Alî Sarak ên li Fermandariya Alaya Farqînê peywirdar bûn û li dijî 12 leşkerên ku li riya Bendava Farqînê diparastin çalakî pêk anînû û Firat Sîmpîl ê 13 salî kuştine doza ku hate vekirin de der barê yek jê zarok 6 kesan de 12 caran cazeya muebetê hatibû xwestin hate dîtin. Di doza ku 5'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê hat dîtin de bersûcên girtî HUseyîn Iyik û Ahmet Solmaz amade bûn, Omer Bînen û Ahmet Tekîn jî ji Girtîgeha Xarpêtê bi SEGBÎS'ê ve beşdarî dozê bûn. dozê bi xwendina eraqan re dest pê kir dozger mutalaya ku berê dabû dubare kir û xwest bersûc bên cezakirin.

Pİştre Ahmet Tekîn û Omer Bînen bi kurdî parastina xwe kirin û diyar kirin ku ew dixwazin parastina xwe ya li hemberî esasê li dadgehê bikin ji ber vê yekê jî li ser SEGBÎS'ê dayîna îfadeyê red kirin. Piştî ku heyeta dadgehê daxwaza Tekîn red kir Tekîn jî got dê parastinê neke.

'DI VÎ DOZÊ DE TEKANE DELÎL ŞÛŞEYA AVÊ, ÎSKAN Û POŞET IN'

Parêzerê Tekîn Aydin Altaş diyar kir ku ji bo cezakirina muwekîlê wî delîlên ku têrê bike tuneye û têkîldarî êrîşa bombeyî ya li Farqînê jî tu eleqeya muwekîlê wî tuneye. Altaç wiha got: "Tenê raporekî pisporan heye. Ew jî li ser şûşeya avê, îskan a di nava poşetê de şopên tiliyên muwekîlê min derketiye. Di bûyerekî evqas wehîm de tekane delîl şîşeya avê, îskan û poşet e. Di şûşeya ku 100-150 metre durî cihê bûyerê hatiye dîtin de li gorî vê kesek cezakirin tiştekî heqane nîne."

Pêrezara Omer Bînen, Elîf Arik Erîlmez jî diyar kir ku der barê muwekîlê wê de sûcdarkirinên giran hene lê li gorî van delîlên ku tên nîşandan cezakirina kesan nepêkan e. Erilmez diyar kir ku şûye, îskan ji bo çi gelo wekî delîl bê nişandan, têkîldarî vî delîlê gumanek heye li wir şûşe dîtin nayê weteya ku muwekîlê wê ev sûc kiriye. Erîlmez wiha axivî: "Muwekîlê men li Xarpêtê ye tenê 5 deqîqe me hevdîtin pêk anî. Tekane gotina ku ji min re kir ew e ku gote ez xwendin û nivîsandinê nizanim. Bi kesekî ku xwendin û nivîsandina wî tuneye, karê teşhîskirinê dane kirin çiqas rast e. Em dixwazin bibêjin ku li ser dosyayekî evqas bi pirsgirêk ceza dayîna muwekîlê min nerast e. Em beraeta muwekîl dixwazin."

'WEKÎ MIN GELEK CIWANÊN KURD BI ÎDIAYÊN NERAST TÊN CEZAKIRIN'

HUseyîn Işik jî di parasitna xwe de wiha axivî: "Ez vî mutalayê qebûl nakim. Bi temamî nerast e. Gelek ciwanên kurd wekî minn bi heman îdiayan ve tên cezakirin. Ez tu sûcdarkirinên ku tên kirin qebûl nakim. Vî dadgehê 2 salan bi awayekî neheq min girtb Darizandina girtî qebûl nakim. Ev derveyî hiqûqê ye û derveyî mirovahiyê ye."

Parêzerê Işik Oskan Avci jî di parastina xwe de diyar kir ku der barê muwekîlê wî de îxbar hatiye kirin û bi vi rengî hatiye binçavkirin, wan gotina ku ev dosya ji aliyê polîsan ve hatiye amadekirin, polîsekî din jî îxbar dike.

AHmet Solmaz jî diyar kir ku ew sûcdarkirinan qebûl nake û dixwaze dadgeh bi adilane û li gorî hiqûqê tevbigere.

Parêzerê Solmaz, Muharrem Erbey jî diyar kir ku ji ber ku sinyalên 2 leşkeran û yê muwekîlê wî li heman cihê hatiye tê sûcdarkirin û qotika ku 150 metre dûrî cihê bûyerê hatiye dîtin bûye delîl ji ber vê yekê jî bi daxwaza 13 caran cezaya muebetê tê darizandin. Erbey xwest ku mewekîlê wî bê berdan.

Piştî parastinan heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir. Heyeta dadgehê ji bo Ahmet Solmaz 5 caran cezaya muebeta girankirî û 30 sal, ji bo Omer Bînen 4 caran cezaya muebeta girankirî û 33 sal ceza, ji bo Heseyîn Işik 4 caran cezaya muebeta girankirî û ji bo Ahmet Tekîn jî ji ber ku temenê wî biçûk e 116 ceza da. Heyeta dadgehê der barê Fuat Sefunç de biryare beraetê da doza ku der berê Bedrettîn Tograp de hatiye vekirin jî ji ber ku jiyana xwe ji dest dayê xist.

Parêzerên ku li hemberî biryarê nerazîbûn nîşandan dê îtirazî biryarê bikin.