ÎZMÎR - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag di doza ku li Îzmîrê tê darizandin de ji ber ku di danişîna borî de gotinên wê hatibû qutkirin başdarbûna bi SEFBÎS'ê red kir.
Doza Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag a ji ber axaftina wê ya li panela "Sosyalîst xwerêveberiyê nîqaş dikin" hate vekirin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê hat dîtin. Parêzerên Yuksekdag beşdarî dozê bûn.
Yuksekdag jî ji ber danişîna borî de axaftina wê hatibû qutkirin bi beşdariya SEGBÎS'ê red kir.
Parêzerên Yuksekdag diyar kirin ku ji ber ku Yuksekdag re hevdîtin pêk neanîne ji bo parastinê dem xwestin. Heyeta dadgehê jî daxwaza parêzeran qebûl kir.
Heyeta dadgehê doz taloqî 28'ê îlonê kir.
Di danişîna borî de dema ku Yuksekdag diaxivî heyeta dadgehê SEGBÎS qut kiribû.