WAN - Cenazeye 2 kesên ku li Şaxê di şerê navbera PKK’î û leşkeran de jiyana xwe ji dest dan li morgê tên rawestandin.
Li navçeya Şaxa Wanê di 27’ê Nîsanê de navbera PKK’î û leşkeran de şer derketibû û di şer de 4 kesan jiyana xwe ji destdabû. Ji 4 kesan cenazeye 2’yan hatibû defikirin û cenazeye 2 kesan jî li morga Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya herêmê tê rawestandin.
Senar Tekbudak ê di şer de jiyana xwe ji dest da li goristana Yenîmahale, Cuneyt Bacu jî li gundê Simokî yê Şaxê hat definkirin.