Kobaneyî Kobanê ji nû ve ava dikin

KOBANÊ- Welatiyên ku piştî wêrankirina DAIŞ'ê vegeriyan warê xwe Kobaniyê, bereksa hêzên navnetewî yên sozê xwe yî avakirinê bi cih neanîn, ji nû ve bajarê xwe ava dikin.

Bajarê Kobaniyê yê Rojavayê yê ku DAIŞ'ê di 15'ê îlona 2014'an de êrîşê wê kir û piştî berxwedaneke 134 rojan hat azadkirin, cebirandina birînên xwe didomîne. Piştî rizgarkirina bajar, yeko yeko vegera gundan pêk tê û li gel vê vegerê xebatên ji nû ve avakirinê jî didomin. Li çar aliyên cîhanê sozê avakirinê ji bo bajêr hatibûn dayîn, lê belê ew soz bi cih nehatin û niha kobaniyî xwe bi xwe beşdarî xebatên avakirinê dibin û mal û kuçeyên xwe saz dikin.

PARASTIN, VESAZ DIKIN

Li Taxa Şehîd Serhad a Kobaniyê bavê 6 zarokan Mehmûd Ceho (38) ragihand ku, di dema şerî de wî malbata xwe biriye Tirkiyeyê û ew dubare vegeriyaye Kobaniyê û li gel şervanên YPG/YPJ'ê taxên xwe parastiye. Caho anî ziman ku, piştî şer dijwar bûye sivîl ji herêmê hatine derxistin û wiha got:"Em mecbûr man ku ji vir derkevin. Yek ji wan cihên ku şerê herî dijwar lê diqewimî ev der bû. Ez çûm Tirkiyeyê û piştî mehekê dubare vegeriyam. Piştî şer bi dawî bû, min malbata xwe jî anî." Caho diyar kir ku, ew dubare vegeriyane mala xwe û anî ziman ku, wan qadên jiyanê ji nû ve ava kiriye û dest nîşan kir ku, wan deverên veguherîbûn kavilan vesaz kiriye. Caho dest nîşan kir ku, êdî ew li xaka xwe bi awayekî azad bêhnê digirin û ragihand ku, ev ji bo wan cihê bextewariyê ye û got, vegerên ji bo Kobaniyê didomin.

BEXTEWARIYA VEGERA XAKA XWE

Dayika 8 zarokan Şadya Elî (50) ragihand ku, bextewariya vegera xaka wan li wan peyda bûye. Elî got, dema wan li deverên ku çûyînê tiştên dîtine, ew dubare hay ji qîmeta xaka xwe bûne û wiha axivî:"Min jî dixwest ez bimînim. Lê belê dema şer lic ihê em lê bûn dijwar bû, YPG em ji vir derxistin. Pêşî em çûn cihekî ewle. Paşê tevî zarokê xwe vegeriyam Tirkiyeyê. Em nêzî 2-3 mehan li wan deran man." Elî diyar kir ku, ew di sibata 2015'an de vegeriyane Kobaniyê û wiha got:"Helbet dema em vegeriyan, gelek avahî ne li cihên xwe bûn. Ya hatibûn rûxandin an jî veguherîbûn kavilan. Niha ez bi tena serê xwe li malê dimînim. Hin zarokên min ji Tirkiyeyê nehatin, lê belê ez nikarim ji mal û xaka xwe dûr bimînim û bijîm. Niha kavil be jî, ez li mala xwe dijîm. Em bi alîkariya yên li vir saz dikin. Em ê van deran ji DAIŞ'ê re nehêlin."