Rojnamegerê girtî Devrim Ayik li nexweşxaneyê li ber xwe dide

ÎZMÎR - Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Hêjmar 1 a Kiriklarê girtiyê nexweş e 2 hefte ye li dijî nexweşiyê di nexweşxaneyê de têdikoşe. Dayika Ayik Hulya Ayik, diyar kir ku ji ber dermankirina kurê wî hatiye astengkirin nexweşî giran bûye. Prz. Kasim Saglam jî anî ziman ku hevdîtina bi muvekkilê wî re jî dixin bin qeydan û îsyan kir.

Xebatkarê Kovara Ozgur Halkê Devrîm Ayik di 1'ê Îlona 2015'an de li Îzmîrê hat girtin û hêj girtî tê darizandin. Ayik ê nexweşiyê roviyan (crohn) e û 2 salin girtî ye bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" tê darizandin. Ayik, ji ber nexweşiya wî lê giran bû, di 27'ê Nîsanê de ew ji Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Kiriklar a Îzmirê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yeşilyurt Ataturkê. Ayik nêzî 2 hefte ye li nexweşxaneyê tê dermankirin. Ayik, li beşa girtiyan tê dermankirin û 24 saetan cendirme li ser serê wî nobetê digirin. Dayika Ayik Hulya Ayik bertek nîşanî rayedaran da û diyar kir ku ji ber nehiştin kurê wî bê dermankirin û dermankirina kurê wî hat asteng kirin nexweşî lê giran bûye.

‘4 MEHIN XWÎN VERDIŞIYA'

Dayik Hulya Ayik, anî ziman ku heta niha kurê wê bi zanebûn sewqî nexweşxaneyê nedikirin û wiha got: "Di 2 mehên dawî re rêveberiya girtîgehê dermanên wî nedidan wî. Kurê min 4 mehên dawî xwîn verdişiya. Gelek hevalên wî Devrîm rewşa wan xerabtirin ji bo vê yekê me rewşa Devrîm bi çapemeniyê re parve nekir. Bi zanebûn daxwaza sewqa kurê min hat asteng kirin. Berê jî doktoran diyar kirin ku divê Dewrîm li nexweşxaneyê bê razandin, lê rêveberiya girtîgehê ev daxwaz red kirin. Berpirsiyarê rewşa kurê min rêveberiya Girtîgeha Kiriklarê ye.

DOKTOR: DERZÎ LI HESTÎ NAYÊ XISTIN

Ayik, da zanîn ku piştî kurê wê di 27'ê Nîsanê de ji ser xwe çû bi ambulansê rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Yeşilyurt Ataturkê û wiha got: "Ji ber êşa zêde hefteyekê bi derziyên hişbirê hat dermankirin. Dema kurê min rakirin nexweşxaneyê doktoran gotin 'Derzî li hestiyan nayê xistin. Niha çerm û hestî maye. Emê derziyê li ku bixin' Ji ber ku dermanê kurê min nedan wi hemû roviyên wî li hev geriya ne û bûne glok. Di roviyên wî de 4 qul çêbûne. Doktor diyar dikin ku ji ber şertên girtîgehê ketiye vî halî. Ji 27'ê Nîsanê heta niha bi derzî û serûman derman dibe. Em wî bi mamayê xwedî dikin. Kurê min dê bê emeliyatkirin û niha têkoşîna jiyanê dide. Ger ku kurê min bibin nexweşxaneyê dê talûkeya jiyana wî zêdetir bibe. Divê ji 14 rojan carekê derziya humira li xwe bide. Li girtîgehê îlac nedan wi. Her derziyek wî bi 2 hezar û 500 TL ye. Em dê çawa van dermanan bistînin. Divê Devrim li nexweşxaneyek bi ser û ber bê dermankirin û hemû pêdiviyên wî bên pêşwazîkirin."

'HEVDÎTINA LI NEXWEŞXANEYÊ JÎ DI BIN QEYDAN DE TÊ KIRIN

Parêzerê Ayik Kasım Saglam jî nêzîkatiya rayedaran rexne kir û anî zima ku hevdîtina li nexweşxaneyê jî di bin qeydên kamerayan de tên kirin. Saglam, Divê berî her tiştî muwekilê min di bin şert û mercên baş de bê dermankirin û berî her tiştî tenduristiya wî esas bê girtin."