Parlamenteriya Aydogan xistin

ENQERE - Parlamenteriya parlamentera HDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan, piştî li Meclîsê tezkere hat xwedin hat xistin. Hêjmara wekîlên HDP'ê daket 57'an.

Piştî cezayê li Parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan hat birîn hat erêkirin wekîltiya Aydogan hat xistin. Wekîltiya Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag jî berê hatibû xistin. Bi vî rengî hêjmara wekîlên HDP'ê daket 57'an.

Piştî 4 sal û 8 meh û 7 roj cezayê girtîgehê li parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan hat birin û ev ceza hat erêkirin wekîltiya Aydogan hat xistin. Biryar li meclîsê hat xwendin. Parlamenterên HDP'ê biryar şermezar kirin û bertekên xwe anîn ziman. Wekîlê Serokê Meclîsê Ahmet Aydin got her kes çi bike hemberî wî distînin. Li hemberî vê yekê koma HDP'ê salon terk kir û bertek nîşanî helwesta meclîsê dan. Piştî biryara tezkereyê li meclîsê hat xwendin wekiltiya Aydogan hat xistin. Piştî wekîltiya Aydogan hat xistin, heta niha tevî Heseroka Giştî ya HDP’ê 2 wekîlên HDP'ê parlamenteriya wan hatin xistin.

Serokwekîlê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, anî ziman ku dadgerên ceza li Aydogan birîn li Kandira tên girtin û wiha got: "Heyeta dadgehê ku ji 3 dadgeran pêk tên û ceza li Aydogan birîn ji aliyê HSYK'ê ve hatin îxrackirin. Dadgerên ku ceza birîn îro wekî terorîst tên binav kirin.

Aydogan di 4'ê Mijdarê de hatibû girtin û şandibûn Girtîgeha Sîlivriyê. Bi hinceta Aydogan di 2011'an de beşdarî 5 meş û xwepêşandanên cuda bû li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hatibû darizandin. Piştî Nursel Aydogan û Hevseroka Giştî ya HDP'ê Figen Yuksekdag wekîltiya wan hat xistin hêjmara wekîlên HDP'ê daket 57'an.