MÊRDÎN - Serokê AK Partiyî yê navçeyê yê berê Ali Osman Tutal jî di nav de 12 kesên li Dêrikê hatin binçavkirin, bi hinceta nelirêtî kirine hatin girtin.
Li Dêrika Mêrdînê bi hinceta li saziyên fermî nelirêtî kirine di 25'ê Nîsanê de Serokê AK Partiyî yê navçeyê yê berê Ali Osman Tutal jî di nav de 12 kes hatibûn binçavkirin. Piştî karên li muduriyeta polîsan 12 kes sewqî edliyeyê hatin kirin. Dozgeriyê bi hinceta li saziyên fermî nelirêtî kirine, Tutal û 11 kesên din sewqî dadgeha nobedar kirin. Dadgehê biryara girtina Tutal û 11 kesên din da.