SÊRT - Hevşaredara Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemir hat girtin.
Hevşaredara Şaredariya Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemir a ku îro danê sibehê bi ser mala wê de hat girtin û hat binçavkirin, piştî îfadeya li muduriyeta polîsan sewqî Edliyeya Sêrtê hat kirin. Piştî karên îfadedayîna li dozgeriyê, Epozdemir bi daxwaza girtinê sewqî Dadweriya Cezayê Sulhê ya nobedar hat kirin. Dadweriyê biryara girtina Epozdemirê da.
Epozdemir a ku hinceta girtina wê nehat zanîn, hat hînbûn ku wê şandine Girtîgeha Tîpa E ya Sêrtê.
Piştî di 17'ê Mijdara 2016'an de qeyûm tayînî Şaredariya Sêrtê hat kirin, hevşaredar Tuncer Bakirhan û Belkiza Beştaş Epozdemir ji pewyirê hatibûn dûrxistin û paşê Bakirhan hatibû girtin.